Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Penaberî

Endamên KD ji siyaseta partiyê ya mihaciran nerazî ne

Hat weşandin tisdag 19 januari 2016 kl 15.15
"Siyaseta KD ne li gor nirxên xiristiyaniyê ye!"
(6:42 min)
wêne: Janerik Henriksson/TT
Seroka Demokratên Xiristiyan (KD) Ebba Busch Thor e. wêne: Janerik Henriksson/TT

Partiya Demokratên Xiristiyan siyaseta xwe ya penaberan guhertiye, ew jidandiye. Lê ev xeta nû ji aliyê gelek kesên ku tim xwe weke demokratên xiristiyan dane nasandin ve tê rexne kirin. Li gor wan partî niha xwe ji nirxên xiristiyanî yên sereke dûr dixe.

Partiya Demokratên Xiristiyan siyaseta xwe ya penaberan guhertiye, ew jidandiye. Partiya ku carê alîgirê hewandin û xwedîderketina li penaberan bû niha dixwaze sînor werine kontrol kirin, îqameyên demkî werine dayin û lezê bidine dersînorkirina penaberên red ji wan re hatî.

Lê ev xeta nû ji aliyê gelek kesên ku tim xwe weke demokratên xiristiyan dane nasandin ve tê rexne kirin. Li gor wan partî niha xwe ji nirxên xiristiyanî yên sereke dûr dixe. 

Şaredariya Mullsjö ya girêdayî Jönköping weke yek ji kelhên Demokratên Xiristiyan tê nasîn û rexneyên li hemberî xeta partiyê li vir berbiçav in.

Per Högberg li meclîsa şaredariya Mullsjö siyasetvanekî Demokratên Xiristiyan e. Ew dibêje:

– Daxwaza kontrolkirina nasnameyan û astengkirina hatina Swêd li min nexweş tê. Di nav partiyê de li ser vê xeta nû tu gotûbêjên eşkere û berfireh nehatine li dar xistin. Lê di nav endamên me de piranî weke min difikirin. Ez ji bo siyaseta îro tu piştgiriyê nabînim.

Di hilbijartina giştî ya 2014ê de Demokratên Xiristiyan %4,5 deng standin. Lê li vê herêma Mullsjö ku Per Högberg lê siyasetê dike piştgiriya ji bo KD ji %17 bû. Li vir hejmarek dêrên serbixwe ku alîkariyê didine penaberan hene û di avakirina KD bi xwe de jî rola dêrên serbixwe mezin e. Û dêrên serbixwe îro jî weke hîmê Demokratên Xiristiyan têne dîtin, lê xuya ye fikrê partî û dêran di siyaseta penaberan de ji hev dûr e. 

Weke nimûne di cejna Noelê de di gotareke DN de 15 serok û nûnerên dêran nivîsandin ku siyaseta nû ya penaberiyê li hemberî mirovahiyê ye. Û di nav hilbijêrên KD de jî ev meyl tê dîtin.

Ing-Marie Wärn ku li Jönköping yek ji hilbijêrên partiyê ye dibêje, welatê me mezin e, têra hewandina gelek însanan dike û dixwaze mirov xwedî li kesên şepirzebûyî derkeve.

Zilamê Ing Marie, Paul jî dibêje ya ku wî dixe nav fikaran dûrketina ji cewherê xwe ye, ji nirxên bingehîn yên xiristiyaniyê ye.

– Mesele nêrîna me ya li penaberiyê ye ku em mirovan ne weke bar lê weke qezenc bibînin. Li gor baweriya min ya bi Xwedê û xiristiyaniyê eger mirov qenciyê bike, merd be, mirov qenciyê dibîne jî.

Û li gor Paul ji ber ku partî ji cewherê xwe dûr dikeve rayên wê jî niha kêmtir dibin.

Em dîsa vegerine ser Per Högberg yê di meclîsa şaredariya Mullsjö de. Li gor wî riya ku mirov hêj gelek koçberan bihewîne heye û ew dibêje tu pirsgirêka koçberan nîne, pirsgirêka lojîstîkê heye.

– Bi kesên nû tên re civata me dikare bijî û mezin bibe. Tenê meyzênin bê di sersalê de me çiqas mesref kiriye. Yanî pere hene, tenê divê em zabinin çawa li wan binêrin. Û ez dibînim bê endamên me yên vir çiqas ji dil dixwazin alîkariyê bidin.

– Weke xiristiyanekî ez nikarim qîmetê însanan ji hev cuda bikim. Ez nikarim bêjim ji bo ku em xwedî li yextiyarên xwe derkevin çênabe em penaberan bihewînin. Li cem min ferqa însanan ji hev nîne.

Belê, ev nêrîna çend ji endam û xebatkarên Demokratên Xiristiyan in. Îcar gelo partî van rexneyan çawa şîrove dike?

Aron Modig berdevkê Demokratên Xiristiyan yê pirsên penaberiyê ye. Modig dibêje ew rexneyan fam dike, lê ji axavtina wî diyar dibe ku ew ne bi wê nêrînê re ye ku dibêje Swêd mezin e cî heye:

– Swêd welatekî biçuk e û di payîzê de ji ber hatina zêde ya penaberan em pêrgî dijwariyên mezin hatine. Divê em li gorî vê heqîqetê gavên xwe bavêjin.

Modig bi îdia dike ku wan weke partî dev ji siyaseta xwe ya ku alîkariyê didine mirovên bêçare neberdane.

– Şêwazê alîkariya mirovan ne tenê yek rê ye. Em bi awayên cuda alîkariyê didin. Em alîkariyê didine kampên penaberan ku gelek koçber li wira di rewşên belengaz de ne. Û bi riya YE em hewl didin çareyên demdirêj werine peyda kirin.

Ev gotinên dawî yên berdevkê Demokratên Xiristiyan yê pirsên penaberiyê Aron Modig bûn.


Hêjayî gotinê ye ku ev xulaseyek ji bernameya Radyoya Swêdê, Mirov û Baweri (Människor och Tro) bû. Berfirehiya reportajê bi Swêdî peyda dibe

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".