Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Alîkariya nefsî ji bo penaberan divê baştir bibe

Hat weşandin torsdag 31 mars 2016 kl 10.28
”Ew bi pêwîstiya muameleyeke baş in”
(4:35 min)
Nyanlända asylsökande i Malmö. Foto: Drago Prvulovic/TT
Foto: Drago Prvulovic/TT Wêne: Drago Prvulovic/TT

Kontrol û meyeneyên tendirustiyê û alîkariya bi zimanên cuda kare siheta nefsî ya penaber û kesên nû hatine Swêdê baştir bike. Lêkolîneke nû ji SKL, Rêxistina seransî ya xwedanên karî û şaredarî û herêmên Swêdê vê yekê diyar dike.

-Husam Almatar ji Söderhamn yê wextekî meyeneya tenduristiyê wergirtiye dibêje ku gelekî baş e eger ew kesên di zehmetiyan de derbas bûne karibin alîkariya ji bo astengiyên xwe yên nefsî û derûnî werbirgin.

Di lêkolîneke amadeyî de ku Sveriges Kommuner och Landsting, SKL, rêxistina seransî ya xwedanên karî û şaredarî û herêmên Swêdê amade kiriye diyar dibe ku kêmtir ji nîvî hejmara penaberên nû hatine meyeneya tenduristiyê kirine.

Li gor vê lêkolînê jî ji gelekan derbarê rewşa wan ya nefsî û derûnî nehatiye pirsîn ji ber ku tu çare li ba wan nebû ji bo pêşkêşî wan kesên bi astengiyên nefsî bikin, li gor Ing-Marie Wieselgren ya rêkxistkara psîkiyatriyê ye li SKL.

-Me lê neriye bê em karin çi pêşkêşî van kesên ku nû hatine Swêdê bikin, ji aliyê meyene û kontrolên tendirustiyê û sihetê ve. Bê em karin çi bikin ji wan kesên ku bi pêwîstiya alîkariyê ne, wekî nimûne di warê lênerîna destpêkî de, çalakiyên di grûpan de, piştgîriya tendirustî û bê çi pêwîst e li ser asta ixtîsasî jî. Ing-Marie Wieselgren dibêje hem îlaca traumayê lê hem jî îlaca nefsî ya psîkiyatrî jî pêwîst e.

SKL bi Värmland re wekî herêma pîlot ya tecrîbî kar kiriye da ku binerin û biceribînin bê çi ya pêwîst e ji bo rewş baştir bibe. Yek ji pêşniyazan ew e ku kar bidin peywendîkarên tendirustiyê yên xwedan perwerdeya lênerîna tendirustiyê ne û hem xwedî xibreta ziman û çandên cuda ne.   

Wieselgren berdewam dike û dibêje ku giring e jî agahdariya pêwîst derbarê sihet û tendirustiyê bi zimanên penaberan bixwe bigihêje wan. Ji ber hejmara penaberên nû hatine wiqasî zêde ye giring e jî çareyên sade û hêsan bên danîn.

-Imkanên me îro têr nakin, ev yek ji zehmetiyên dikevin rêyê de û yê em nuha lê dinerin. Me zaniyarî û jîrbûn heye lê ne zêde berfireh e da ku heq ji 160 000 kesî derkeve yên par xwe gihandin Swêdê. Di rewşeke wiha de divê em wê zaniyarî û xibreta me heye bi lez belav bikin.

Li gor Ing-Marie Wieselgren ji SKL îlackirina bi rêya internetê jî kare çareyek be.

-Em nuha hewil didin alavên pêwîst peyda bikin yên karin bi rêya internetê bên bi kar anîn. Wekî nimûne ku îlackirina xemokiyê û dilgiraniyê li ba kesên bi esil biyanî bi zimanê wan bi xwe bên pêşkêşkirin.

Ing-Marie Wieselgren dibêje ya herî giring ji bo kesên nû hatine Swêdê ew ku baş bên pêşwazî kirin û muameleyeke baş werbigirin:

-Em zanin ku piraniya kesên nû hatine Swêdê û ji aliyê nefsî ve xwedan astengî ne piştî demekê baş bi ser xwe ve tên. Gelek ji wan ne bi pêwîstiya îlackirineke trawma ya berfireh û zehmet in. Lê ya ji wan re pêwîst e pêşwazî kirineke baş û têgihiştineke baş e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".