Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Êdî jin karin bi tena serê xwe zarokan bînin

Hat weşandin fredag 1 april 2016 kl 12.51
”Divê rêbazeke zelal bên danîn”
(3:53 min)
En kvinna ammar ett barn.
Wêne: Hasse Holmberg/TT Wêne: Hasse Holmberg/TT

Ji îro ve û li gor qanûnê jinên bi tena serê xwe dijîn karin li Swêdê bi rêya avisbûna boriyên şûşeyî û tuxim têkirinê zarokan bînin.

Lê li çendîn birêveberiyên herêmên Swêdê jinên bi tena serê xwe nikarin têkevin dora îlackirinê de. Li gor nexweşxaneyên zanîngehî imkan kêm in û rêbazên ji bo warê lênerînê di vê pirsê de tune ne.

-Ev deh sal in ku ez bi hesreta zarokekî me, Anna ya bi navekî din e dibêje hemû hevalên min bûne xwedî zarok.

Ew yek ji gelek jinên bi tena serê xwe ne yên dixwazin alîkariyê ji warê lênerînê werbigirin da ku ducanî bibin, ango bi hemil bibin. Û nuha êdî qanûn rê ji bo van jinan vedike. Lê dema Anna telefon kir ji bo tê keve dorê de ji wê re gotin ku ew nikare.

Herçend ku nuha guherîn di qanûnê de çê bûne û jin karin bi tena serê xwe zarokan bînin her piraniya nexweşxaneyan nikarin van jinan têxînin dora îlackirinê de.

Nexweşxane daxwaza agahdariyên zelel dikin derbarê imkanan û bê lênerîn û îlackirina van jinên dê bi çi awayî be. Ann Thurin Kjellberg, serpizîşk e li nexweşxaneya Sahlgrenska:

-Danîna qanûna hêsan e lê awayê bikar anîna qanûnê di jiyana rojane de ne zêde hêsan e. Ji bo yê nexweş zehmet e eger pêşî di lîsteya dorê de bên nivîsîn û pişt re pê bizanin ku ew ne ji wan kesan in yên em dê wan îlac bikin.

Hans Karlsson, şef e li beşê ji bo lênerînê li Rêxistina seransî ya xwedanên karî birêveberiya şaredarî û herêman, ew bi xwe hevnirxbûna avisbûna jinên bi tena serê xwe bi rêya boriyên şûşeyî û tuxim têkirinê baş dibîne.

-Me nuha amojgarî û tewsiye heye ji bo cotên hevcins û yên homoseksuel. Ew jî em ji nuha ve nû bikin da ku bibe rêbaz ji bo jinên bi tena serê xwe jî. Wê gelekî baş be eger birêveberiyên herêman di temamê Swêdê de ta ji wan bê bi heman awayî kar bikin.

Ji ber ku di halê hazir de nexweşxaneyên zanîngehî van jinan derbas nakin, ew karin berê xwe bidin klînîkên din yan jî çareyên prîvat yan jî li derveyî welat îlaca xwe bikin.

Anna piştî demeke dirêj hêviyên xwe ku rojekê ji rojan li Swêdê ducan bibe wenda kiriye.

-Eger imkan hebe ku mirov li Swêdê îlaca xwe bike wê demê ez êdî nema diçim Danmark. Dema guherînan di qanûnan de dikin divê jî li ser rawestin da ku ew guherîn bi cî bibin û di rastiyê de jî pêk bên.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".