Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelek zarokên kurd îro neçûne dibistanê

Hat weşandin måndag 4 april 2016 kl 17.11
"Mebest şikandina bêdengiya Ewrûpa ye"
(5:25 min)
Klassrum
Tesîra boykotkirina dibistanê li gelek bajarên biçûk diyar bû. Wêne: JESSICA GOW / TT

Bi mebesta balkişandina ser rewşa li bakurê Kurdistanê gelek dêûbavan îro li Swêdê zarokên xwe neşandin dibistanê.

Li ser banga hereketa Jinê û Navenda Kurd (NCDK) gelek dêûbavan îro li Swêdê zarokên xwe neşandin dibistanê û ew bi xwe neçûne kar. Yek ji wan kesên ku bi zarokên xwe re îro li mal ma Evîn Akbaş ya li başûrê Stockholmê Botkyrka ye. Gava me telefon dayê ew di nav qerebalixa zarokan de bû.

Li Swêdê bajarekî ku gelek kurd lê dimînin Borlänge ye. Midûrê Dibistana Maserskolan ya li bajêr Tyko Persson dibêje ji ber boykotê îro derdorê 40 zarokî nehatine dibistana wan. 

Daîreya Giştî ya Dibistanê (Skolverket) di peyameke nivîskî de ji me re ragihand ku li Swêdê erka çûna dibistanê heye, lê li ser boykota îro nexwestin tu daxuyaniyên taybet bidin. 

Tyko Persson jî eyn mîna rayedarên Skolverket bibîr tîne ku çûna dibistanê wezîfeyeke. Persson dibêje xwezka dêûbavan çend rojan berê agahî bidana dibistanê da ku wan bikariya xwe li gor wilo amade bikirana.

Hereketa Jinên kurd li Ewrûpayê digel Navenda Kurd (NCDK) banga rojekê boykotkirina dibistan û kar li kurdên Ewrûpayê kirine.

Lê gelo ewa ku zarok rojekê neçine dibistanê û ji ders û xwendina rojê bimînin bi çi awayî dikare xizmetê bide amanca ku balê bikişînin ser rewşa li bakurê Kurdistanê? Ayşe Didar Göktepe hevseroka Navenda Kurd e. Li gor wê feydeyên vê boykotê hene. 

Evîn Akbas ku li ser banga hatî kirin zarokên xwe îro li mal hiştine dibêje di şûna dibistanê de îro zarok tenê bi kurdî ve mijûl in.

Tyko Persson ku gelek zarok ji ber boykotê îro neçûne dibistana li Borlänge ku ew midûrê wê ye radigihîne ku ji ber boykota rojekê ew ê tu tedbîrên taybet negrin û dibêje ji ber rewşa xerab ya li Kurdistanê ew biryara boykotê fam dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".