Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Dalkurd FF

Lîstika dîrokî bi nearamiyê xelas bû

Hat weşandin måndag 4 april 2016 kl 18.12
"Ev kes ne hatibûn ji bo li lîstikê binerin, lê belê ji bo lîstikê xera bikin"
(7:15 min)
Taximê Dalkurdê li dijï Assyriska.
Revend Şêxo

Dalkurdê di lîstika li dijî Assyirska de bi 2-1 têk çû. Piştî lîstikê alîgirên Dalkurdê hatin provokekirin, û çend kesan fîşekên dengî teqandin.

 Lîstika doh di navbera taximên Dalkurdê û Assyriskayê bûbû şahiyeke mezin. Bi amadebûna 5500 kes, ji wan nêzîkî 2000 alîgirên Dalkurdê, lîstikgeha Södertälje Arena hate dagirtin, û bi coşeke mezin alîgirên herdu taximan piştgiriya taximên xwe kir. Ji bo Dalkurdê ev lîstik gelekî taybet bû, ji ber ku bûbû lîstika herî yekem di lîgaya duyem ya herî bilind di futbola Swêdê de, ”Superettan”.

Tempoya lîstikê pir germ bû, alîgirên herdu taximan bi coşeke pir mezin, herdem li ser piyan, aliyê taximê xwe dikirin. Piştî lîstikeke tijî bûyer, bi karteke sor, penaltiyek û gelek şansên windakirî, lîstik bi 2-1 ji bo Assyriskayê bi dawî hat. Lê her tişt bi fîrandina hakimî re xelas nebû.

Vahap Kizil berpirsê ewlehiyê yê taximê Dalkurdê ye. Ew bahs dike ku dema ku lîstik bi dawî hat, xortek ji aliyê piştgirên Assyriskayê di ser lîstikgehê re baz da ber bi alîgirên Dalkurdê ve, tilî derxistin û dijûnên xerab kirin.

Dema ku ev kes gihişt ber seksiyona alîgirên Dalkurdê, qerebalix çêbû, û hindek ji alîgirên Dalkurdê hêrs bûn. Polîsan baz da nîvê lîstikgehê ji bo rê li ber şer bigire. Vahap Kizil dibêje ku gerek polîs û nobedaran zûtir midaxele bikira, ji bo ku ew zilam ji wir bihata dûrxistin.

 

Herhal, ji aliyê Dalkurdê ve, weke ku me got, hin qerebalix qewimî. Hindek fîşekên şahiyan û teqebazî hatin berdan, û ev kesên ku wisa kirin, dê hin tedbîr ji aliyê Dalkurdê ve derbarê wan de werin standin, li gor gotina Vahap Kizil.

Fehmi Tasci berpirsê rêkxistinkirina lîstikên Assyriskayê ye. Ew ji aliyê xwe ve dibêje ku ew û taxim bi giştî ji atmosfera lîstikê razî ne. Bûbû şahiyeke futbolê ya gelekî mezin, û wan haziriya xwe bi hemû awayan ji bo ewleyîyê weke hemû lîstikên din kiribû. Ew herweha dibêje ku taxim ji kiriyara wî xortê ku di ser lîstikgehê re çû ber bi alîgirên Dalkurdê ve, ne razî ye û şermezar dike. Ew dibêje ku niha ew pirs bûye pirseke ayidî polîsan, û ew dê were cezakirin û nikaribe beşdarî lîstikên Assyriskayê bibe.

 Lê di rapora ku konseya dîsîplînê ya Yekîtiya Futbolê ya Swêdî, Svenska Fotbollförbundet, piştî her lîstikê dinivîse, tê xuyakirin ku di hundirê lîstikê bi xwe de jî, beşek ji alîgirên Assyriskayê gotinên nijadperest û rasîst bi kar anîne, û wan hin alav jî avêtin tubîna lîstikvanên cîgir ên Dalkurdê. Vahap Kizil vê yekê piştrast dike.

 Fehmi Tasci derbarê wê yekê jî dibêje ku ew wan peyvan şermezar dikin û red dikin. Li gorî wî, diyalogeke wan a berdewam bi komeleya alîgirên Assyriska, ya bi navê Zelge Fans, re heye, ji bo ku gotin û kiriyarên wisa dubare nebin.



Assyriska FF

Taximê Assyriska di 1974an de ji aliyê hin penaberên aşûrî ve, weke taximekî dema vala hate damezirandin, û ji dawiyên salên 90î ve di astên herî bilind ên futbola swêdî de dilîzin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".