Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Vegerandina efxaniyan zehmet e

Hat weşandin tisdag 5 april 2016 kl 13.48

Gelek efxanî li dewletên Ewrûpa serî li penaberiyê didin. Lê vegerandina yên ku red ji wan re tê pir zehmet e. Per Löwenberg ku şefê polîsê sînor e dibêje dersînorkirin hema hema hatine rawestandin.

– Dersînorkirin herku çûye dijwartir bûye, îsal tenê me pênc kes şiyandine. Par 30 kes hate şiyandin û ev pirsgirêk meztir dibe.

Rewşa Efxanistanê xerabtir bûye û par 40 000 efxaniyan li Swêdê serî li mafê penaberiyê dan. Li gor salek berê ev hejmareke pir bilind e û ji nav koçberên têne Swêdê piştî kesên ji Sûrî efxanî grûpa herî mezin e.

Ji bo vegerandina efxaniyan berya 5 salan Swêdê peymanek bi Efxanistan re îmza kiribû. Lê ji par gulanê û pê de firokeyên şarter yên taybet naçine Efxanistan. Ji hingî ve tenê carcaran hin kes têne vegerandin. Li tevahiya Ewrûpa jî rewş bi heman rengî ye û li gor hesabê Yekîtiya Ewrûpa di nav van salên li pêşiya me de 80 000 kes dikarin bêne vegerandin. Ji bo vegerandina van niha bi rayedarên Efxanistanê re danûstandin hene. Efxanistan xwe nade ber hewandina jin û zarokên bê semyan û ew kesên ku li herêma wan şer heye. YE Efxanistanê hişyar dike ku eger ew welatiyên xwe nehewîne pereyên alîkariyê dikarin werine birîn.

Li cem polîsê sînor lîsteyeke bi sedan efxanî heye ku gereke bi zorê werine şiyandin. Û ev kes nizanin bê serê wan li ser çi balifî ye.

Per Löwenberg dibêje:

– Ew li stargehên Daîreya Koçê girtî ne. Dibe ku ew bi zorê werine şiyandin, lê di şertên îro de, ji ber dijwariyên heyî kêm ji wan dikarin werine şiyandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".