Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swedbank bawerî bi serok û birêvebirê xwe ne anî

Hat weşandin tisdag 5 april 2016 kl 14.04
Swedbanks vd Michael Wolf. Foto: Nora Lorek/Magnus Hjalmarson Neideman /TT
Swedbanks vd Michael Wolf. Foto: Nora Lorek/Magnus Hjalmarson Neideman/ TT Wêne: Foto: Nora Lorek/Magnus Hjalmarson Neideman/ TT

Di kongireya salane ya bankê de, endamên birêvebirina Swedbankê ”azadiya ji berpirsyariyê” ne da birêvebirê giştî yê bankê Michael Wolf û serokê komîteya birêvebir Anders Sundström.

”Azadiya ji berpirsyariyê” gotineke hiqûqî ye, bi swêdî jê re dibêjin ”Ansvarsfrihet”. Di piraniya halên normal de, berpirsên komeleyekê yan şirketekê di kongireyê de ji berpirsyariya çalakiyên sala bihûrî tên azadkirin. Kêm caran kongire azadiya ji berpirsyariyê nade berpirsan. Ji perspektîva hiqûqî, ew yek di vî halî de tê wateya ku hisedar dikarin daxwaza xesaretdanê ji wan bixwazin. Ev qanûn beşek ji qanûna şirketên hisedariyê ye.

Di çend mehên dawiyê de, gelek gotûbêj, nûçe û lihevnekirin di nava Swedbankê de hatine ragehandin. Bo nimûne, serokê komîteya birêvebir Anders Sundström birêvebirê giştî Michael Wolf ji kar derxist, û dûra bi xwe jî ji aliyê hisedarên Swedbankê ve ji hate derxistin. 


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".