Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Erebî zimanê duem yê mezin li Swêdê

Hat weşandin tisdag 5 april 2016 kl 16.32
”Ev mijareke siyasî û hesas e”
(5:37 min)
Hemspråkslärare undervisar i arabiska.
Erebî dike bibe zimanê duem yê mezin li Swêdê. Wêne: Yvonne Åsell / TT

Erebî dike bibe zimanê duem yê mezin li Swêdê, li gor zimanzan Mikael Parkvall yê lêkolîneke bêhempa û berfireh çêkiriye derbarê hejmara kesên îro li Swêdê dijîn û bi zimanên zikmanî yên cuda diaxivin.

-Eger em hizra pêla mezin ya penaberan ku di payizê de derbasî Swêdê bû bikin wê demê em karin bêjin ku nuha zimanê erebî hejmara zimanê fînlandî derbas kiriye û bûye zimanê duem yê mezin li Swêdê.

Zimanzan Mikael Parkvall dibêje ku statistîkên ji Dezgeha Koçê, Migrationsverket, diyar dikin ku dora 160 000 penaxwaz nuha li bendî biryara mafê rûniştinê ne û beşekî mezin ji wan ji Sûrî ne û bi erebî diaxivin. Bi texmîna wî dê piraniya wan mafê rûniştinê werbigirin û li hejmara grûpa zimanê erebiyê zêde bibin.

Beriya heft salan zimanzan Mikael Parkvall kitêbek nivîsî ser zimanên cuda li Swêdê bi navê, Sveriges språk – vem talar vad och var? û nuha kitêbeke nû nivîsiye bi navê, Sveriges språk i siffror – vilka språk talas och av hur många?  derbarê heman mijarê lê bi hejmar û agahiyên taze.

Di dema amadekirina vê raporê de ji min re eşkere bû ku mijara ziman û bê kî bi çi zimanî diaxive li Swêdê pirseke zêde tevlîhev, hesas û zehmet e. Dezgehên cuda yên bi mijara ziman bi awayekî giştî ve bijûl in nexwest in beşdarî raporê bibin û derbarê pirsa bê kî bi çi zimanî diaxive tiştekî bêjin.

Derket mesele hesas û siyasî ye da ku întegrîte şexsî ba kesekî bin pê nebe.

Yên ez bi wan re axivîm her lêkolînên zimanzan Mikael Parkvall wek çavkanî nîşan dan. Mikael Parkvall di gelekê salan de li vê mijarê nerîye û ew dibêje giring e em bizanin ku encamên lêkolînên min tenê nirxandin in ji ber tunebûna statistîkên fermî derbarê ziman li Swêdê.

Wî hejmar û encamên lêkolîna xwe li ser statîstîkên cuda yên dezgehan wekî Dezgeha Koçê, Dezgeha dibistanan, pirsnameyên cuda û danberheviya bi welatên din re ava kiriye. Di piraniya welatan de statîstîkên fermî yên ziman hene, lê ne li Swêdê. Mikael Parkvall Swêd ji vî alî ve rexne dike:

-Sebeb û argumenta fermî ew e ku întegrîteya şexsî tên bin pê kirin. Pêşdarî kirina ziman li Swêdê her wekî ku tu li esil û paşxaneyên milet binere û pêşdarî bike û ev yeka meselyeke zêde hesas û nabe ku mirov bike.

Mikael Parkvall berdewam dike û dibêje hikûmetên berê û her hikûmeta Swêdê ya nuha jî bi serbilindî li vê yekê dinerin ku haya wan yekcar ji wê tune be bê kî bi çi zimanî diaxive.

Li gor hejmarên taze yê Parkvall zimanê kurdî zimanê pêncemîn yê mezin e li Swêdê û li gor texmîn û nirxandinên wî îro li Swêdê bi kêmanî 84 000 kes hene yên kurdî wekî zimanê zikmakî bikar tînin.

Karê li ser ziman bi xwe pir zehmet e, lê zimanzan Mikael Parkvall dibêje ku karê li zimanên wekî nimûne kurdî, aşûrî û siriyanî, zimanên miletên ne xwedî welatekî ne hîn zemtir e. 

Mikael Parkvall zane ku ev mijar mijareke hesas û nazik e û piştî çapkirina kitêba nû û hejmarên taze hema hema tenê reaksyon û axaftinên nêgatîv û xirab wergritine:

-Parkvall dibêje tucarî di jiyana min de wekî ehmeq û bêaqîl li min nehatiye nerîn wekî ku nuha dibe. Û dema ez ji Parkvall dipirsim gelo çima milet wiqasî nêgatîv û reşbînin ji aliyê lêkolîna wî ve? Ew li min vedigerîne û dibêje ez nikarim vê yekê zelal bikim.

Lê ya min bala xwe dayê ew e ku her çiqasî mirov hejmarên di statîstîkê de bilind bikî wiqasî kêfa xelkê tê û mirov di çavê wan de dibe mirovekî qenc. Û çiqasî tu hejmara grûpa wan kêm bikî wiqasî tu dibî mirovekî xirab û di nerîna wan de ku mebesta min kêmkirina wan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".