Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Belgeyên Panamayê:

”Mezintirîn eşkerekirin di dîrokê de”

Hat weşandin tisdag 5 april 2016 kl 17.33
"Nordea 6emîn çalaktirîn bank e ku danûstandinê bi buroyê re dike"
(3:04 min)
Karta som visar Nordeas och Mossack Fonsecas kontor i Sverige, Luxemburg och Panama
Grafik: Susanne Lindeborg

Kesayetiyên gelekî mezin ji hemû holên cîhanê pereyên xwe xistine ”bihuştên bacê” de.

Bi melyonan belgeyên veşartî ku gihiştin ber destê zêdeyî 400 rojnamevanan li 80 welatên cuda yên cîhanê, eşkere dikin ku gelek kesayetiyên mezin, wek serokwezîr, siyasetmedar, akter û werzişvanên herî mezin ên cîhanê pereyên xwe bi rêya buroyeke advokatan a bi navê ”Mossack Fonseca” li Panamayê xistine ”şirketên sindoqa postê” de, wate bi pereyên xwe ew şirket vekirine, lê tu xebata wan li wir tine. Hindek ji kesayetiyên ku hatine binavkirin, serokê Rûsyayê Vladimir Putin, qralê Siûdiyê Selman bin Ebdilezîz Al Siûd, akter Jackie Chan, lîstikvan Lionell Messi hene. Li gor wan belgeyan, ev buro herweha ji aliyê hin kesayetiyên rêjïma Sûriyeyê hatiye bikaranîn, û ev hevkarî hiştiye ku Sûriye ji cezayên aborî xwe xilas bike û şerê li dijî opozisyonê û miletê xwe berdewam bike. Jêderên tirkî herweha eşkere kirine ku ji Tirkiyeyê 10 mişterî zêdeyî 100 şirket bi rêya wê buroyê vekirine.

Li Îslandayê vê eşkerekirinê rewşa welêt a siyasî tevlihev kiriye. Belge nîşan didin ku serokwezîrê Îslandayê Sigmundur David Gunnlaugsson jî mişteriyê vê buroyê bûye. Vê yekê hêrsa opozisyona di parlamêntoyê de rakir, û xwepêşandanên mezin li ber parlamêntoyê li dar ketin. Ji serokwezîrî hat xwestin ku dev ji karê xwe berde, û ku serokwezîrek nû gerek ji aliyê parlamêntoyê ve were hilbijartin, lê serokwezîrê niha biryar daye ku parlamênto dê were hilweşandin, û ev yek tê wateya ku gerek hilbijartinên nû li Îslandayê werin lidarxistin.

 

Cihê Swêdê jî di vê eşkerekirinê de mezin bûye. Pêşî ev belge hatin ber destê rojnameya mezin a elmanî Süddueutsche Zeitung, ku paşê pêwendî bi Rêkxistina Navnetewî ya Rojnamegerên Lêkoler ICIJ re danî, ji bo ku alîkariya wan di lêkolîna van belgeyan de bikin. Ji 80 welatî, 400 rojnameger di vî karî de beşdar bûn, û ji Swêdê rojnameger ji redaksyona Uppdrag Granskning ji Televizyona Swêdê (SVT) beşdar bûn. Girêdana din a swêdî bi vê eşkerekirinê re banka ”Nordea” ye, ku li gor belgeyan alîkariya mişteriyên herî zengîn kiriye ku şirketên wisa bi rêya wê buroyê vekin. Li gor rojnamegerê Uppdrag Granskning Joachim Dyfvermark ji Televizyona Swêdê, ji nav 14 000 bankên ku pêwendiya wan bi buroya Mossack Fonseca re heye, banka Nordea di cihê 11emîn de ye, ji aliyê çalakbûna pêwendiyê ve. Nordea ji aliyê xwe ve pêşî îdîa kir ku çalakiyên wisa ji 2009an ve hatine qutkirin, lê Dyfvermark ji Radyoya Swêdê re da xuyakirin ku li gor çalakbûna roja îro, Nordea di cihê 6an de ye ku danûstandinê bi wê buroyê re dike.

Bihuştên bacê

”Bihuştên bacê” ew welat in ku gelek maldar şirketên xwe li wir qeyd dikin, ji bo ku ji bac (skatt)ên li welatên xwe birevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".