Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Siyaseta koçê:

Zarok dê hêsanîtir îqamê werbigirin

Hat weşandin onsdag 6 april 2016 kl 16.17
Hikûmet guherînên di siyaseta koçê
(1:46 min)
Foto: Morgan Johansson/TT
Wezîrê koçê Morgan Johansson. Foto: Morgan Johansson/TT

Wê zarok zûtir mafê rûniştinê, îqameyê, werbigirin. Guherîn di pirsa koçkirina mervatiyê de dibin û herweha di pirsa beşê penaberên hilbijartî de jî.

Îro piştî nîvro wezîrê koçê Morgan Johansson di civîneke çapemenî de guherînên di siyaseta koçê ya swêdî de pêşkêş kir.

Piştî rexneyên ji hewalgehên amojgariyê yên cuda ve hikûmet biryara guherînan di siyaseta koçê de da.

Çend guherînên ku hatin pêşkêş kirin ev bûn:

-Zarok dê hêsanîtir îqameyê werbigirin

-Dê rê û derîçe di koçkirina merivayetiya nêzîk (Anhöriginvandring) de çê bibin ji bo rewşên din yên bi pêwîstiya parastinê ne.

-Dora nîvê hejmara ciyên kvot (Kvotflyktingar) ango ciyên penaberên hilbijartî, dê ji bo koçkirina merivatiya nêzîk re bin, ji bo wan rewşên herî hesas û bi êş.

Li gor ragihandinên beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot, dê guherînên mezin derbarê bisînorkirinên imkana wergirtina rûniştinê ango îqameyê li dar bikevin, beşêk derbarê wê ye ku îqameyên demî nuha dê bibin daîmî eger ew kesa karekî ji xwe re peyda bike.

Derbarê vê pirsê rêxistina Xaça sor hişiyariyê dide ku ev guherîn dê tesîrê li gencên nû hatine Swêdê bike ku dest ji xwendinê berdin û kar bikin da ku îqameya daîmî werbigirin.

Hikûmet li vê rexneyê guhdarî kiriye û nuha dibêje da ku kesên li jêr 25 saliyê dest ji xwendinê bernedin ew di merc nuha ji bo xwe xwedîkirinê de hesb nabin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".