Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Biyanî kêmtir caran pereyên nexweşiyê werdigirin

Hat weşandin torsdag 7 april 2016 kl 10.56
"Kaseya temîn û sîgorteyê li dijî qanûnê kar kiriye"
(1:55 min)
försäkringskassan. Foto: Christine Olsson/TT.
Wêne: Christine Olsson/TT.

Gelekê caran pereyên nexweşiyê ji kesên li derveyî welat ji dayik bûne re qebûl nabe danberhev bi kêsên ku li Swêdê ji dayik bûne. Raporeke nû ji Dezgeha çavdêrîkirina ji bo tamîn û sîgorteyên civakî vê yekê diyar dike.

Li gor vê raporê Kaseya temîn û sîgorteyê (Försäkringskassan) li dijî prînsîp û armancên xwe kar dike. Ew kesên ku li Rojhilata navîn, bakûrê Afrîka, Turkî û li Afrîkayê başûrê herêma Saharayê ji dayik bûne yên herî bêhtir bersiva neqebûlkirina pereyên nexweşiyê werdigirin. Lê hêla neqebûlkirina daxwaza pereyên nexweşiyê di nav yên li Swêdê ji dayik bûne de kêmtir e.

û eger li grûpa bêkarên ku daxwaza pereyên nexweşiyê kirine bên nerîn, lêkolînerê raporê Martin Söder ji Bîroya rojnameya ya nûçeyan (TT) re dibêje ferq û cudahî hîn mezintir e.

Söder berdewam dike û dibêje di raporê de diyar dibe ku Kaseya temîn û sîgorteyê bi awayên cuda li gor qaydeyên xwe kar nake û metirsî heye jî ku li dijî qanûna birêvebiriyê dike.

Wekî nimûne qanûna birêvebiriyê dibêje divê ew kesê bi swêdî nizanibe tercumanekî tesdîq kirî di daxwaznameya xwe de werbigire.

Lê di gelek rewşan de Kaseya temîn û sîgorteyê hiştiye ku meriv û xizmên wî kesî bi rêya telefonê tercume bikin. Ji 23 rewşan 17 di dema pêwîstiya tercûmanekî tesdîq kirî de meriv û xizmên wan tercumanî kirine.

Nuha dezgeh rapora xwe pêşkêşî Kaseya temîn û sîgorteyê kiriye û di hindirê şeş heftiyan de dê Kaseya temîn û sîgorteyê bersivekê û planên xwe derbarê van pirsan û rexneyên hatine kirin pêşkêş bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".