Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Ew ji ber amadekariya êrîşeke terorîstî gumanjêkirî ye

Hat weşandin torsdag 7 april 2016 kl 12.36
“Wî dixwest xwe biteqîne”
(1:55 min)
Attunda tingsrätt
Foto: Janerik Henriksson / TT

Îro doz li mêrekî 20 salî ji herêma Stockholmê li dadgeha Attundayê rabû. Ew gumanjêkirî ye ji ber karê amadekiriya tawaneke terorîstî.

Li gor doza li dijî wî rabûye, ev kesa bi amadekirina madeyên teqemenî rabûye yan jî yên teqînên bi armanca xwe teqandinê da ku bibe şehîd. Lê diyar e hemû made li ba wî tunebûn.

Isbatên li dijî wî her alav û tiştên cuda ne lê her weha îfadeyên şahidan di nav malbata wî de û agahdariyên ji nûve hatine derxistine ji telefona wî ya destan ango mobîla wî, li gor dozger EwaMarie Häggkvist.

Ya eşkere ew e ku ev mêrê 20 salî du caran di havîna buhurî de li Turkiyê hatiye rawestandin û wî vegerandine Swêdê. Li gor vê doze mebesta wî ew bû ku rêya xwe berdeam bike ta Sûriyê da ku tevlî tevgera terorîstî ya Daeş (IS) bibe.

Dozger Ewa Marie Häggkvist dibêje ew bi nêt bû êrîşeke terorîstî li Swêdê bike.

Häggkvist dibêje ez nikarim bi dirustî daxuyaniyekî derbarê vê yekê bidim. Tirsa ku ev tawan bi cî bibe ne kêm bû. Lê em nizanin li ku derê û bê wê kengî bûbaya. Ya em zanin ku wî gotiye “Ez dixwazim xwe biteqînim û her weha kesên li dijî Daeş jî”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".