Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Fermandara YPJ Nasrin Abdullah tê Swêdê

Hat weşandin fredag 8 april 2016 kl 17.00
Nasrin Abdullah tê Swêdê
(1:55 min)
Nasrin Abdullah
Nasrin Abdullah ji aliyê çendîn welatên ewrûpî ve bi germiyeke taybet hatiye pêşwazî kirin.

Fermandara Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) Nasrin Abdullah heftiya bê serdana Swêdê dike. Ji nûnerên PYDê yên Swêdê Stêr Kurdaxî dide zanîn ku wan Abdullah dawet kirine û hatina Swêd berdewamiya serdana wê ya Ewrûpa ye.

YPJ artêşeke jinan ya li Rojavayê Kurdistanê ye û di şerê li hemberî Daişê de baleke mezin ya raya navneteweyî girtiye ser xwe. Fermandara YPJê Nasrin Abdullah ji aliyê gelek welatên ewrûpî ve bi germiyeke taybet hatiye pêşwazî kirin. Herî dawî li Komara Ҫek wê nûnertiyeke YPJê vekir. 

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dide zanîn ku di serdana Swêd de Nasrin Abdullah bi çend nûnerên din yên Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyê re tê û pilan ew e bi rayedarên hikûmetê, partiyên siyasî û civaka sivîl re hevdîtin werine li dar xistin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".