Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gumanên beşdarbûna swêdiyekî di êrîşên Brukselê de

Hat weşandin måndag 11 april 2016 kl 10.23
Magnus Ranstorp: Ji zû ve haya me ji van çalakiyan heye
(2:25 min)
Hêzên parastinê li navenda Brukselê.
Hêzên parastinê li navenda Brukselê. Wêne: Nora Lorek/TT

Dezgeha dozgeran ji Radyoya Swêdê re piştrast dike ku ew guman dike swêdiyekî 23 salî di êrîşên Brukselê de beşdar bûbe.

Dezgeh ji Radyoya Swêdê re dide xuyakirin ku ew zilam di hin wêneyan de hatiye naskirin ku bi kesê xwe li metroya Maalbeekê xwe teqand, re bû. Ew niha bi tawana terorîstî û endamtiya di rêkxistineke terorîst de gumanjêkirî ye.

Agahî ji Radyoya Swêdê re hatine piştrastkirin ku ew li galeriyakê hatiye dîtin, û wî li wir çente kirîne ji bo ku bombeyan bixe wan de.

Lêkolerê terorîzmê Magnus Ranstorp ji Radyoya Swêdê re dibêje ku ew ne ecêbmayî ye:

- "Em vî kesî ji zû ve nas dikin. Armancên wî gelekî zelal in, ku ew piştgiriya Dewleta Îslamî, Daişê dike, û heta ku ew li aliyê wan şer jî kiriye".

 

Magnus Ranstorp ji Radyoya Swêdê re dibêje ji zû ve ye ku haya wî ji belavbûna fikr û organîzekirina terorîst li wan deveran heye:

- "Li gor min ev ne tiştekî nû ye. Ji zû ve ye ku çalakiya ji vî cûreyî cî digire. Me di 2009an de raporek pêşkêş kir û bal kişand ser vê kêşeyê, raporeke bi navê Roengårdsrapporten ku di wir de me dixwest haya dewletê û xelkê ji radîkalîzekirinê çê bikin. Û di wê raporê de me çend çare jî pêşkêş kirin, bo nimûne ku hevkariya di navbera dewlet û belediyan de gerek xurttir bibe. Îro ev hevkarî hatiye destpêkirin, lê ev tedbîr 7 sal dereng ketine".

Tê zanîn ku di wê dema ku rapor derket, rexneyine gelekî tund ji gelek aliyan ve li dijî wê derketin, û yek ji rexneyên herî mezin ew bû, ku ev rapor gumanên nerewa li dijî xerîban çê dike.

- "Gelekan çavên xwe ji rastiyê girtine û ne xwestine ku rastiyê qebûl bikin. Bi nerîna min gelekî baş e ku niha karekî ciddî hatiye destpêkirin. Ji bilî wilo, gerek bawerî di navbera hevwelatî û dezgehan de were lêkirin, û ez baş dizanim ku îro tedbîrên wisa hene, û bi nerîna min pir baş e".

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".