Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Narkotîk di nav zarokên penaber bêhtir dibe

Hat weşandin måndag 11 april 2016 kl 12.43
Tirs û taswasa xwe bi narkotîkê aram dikin
(1:49 min)
Hejmara ku alîkariyê dixwazin zêdetir dibe.
Hejmara ku alîkariyê dixwazin zêdetir dibe. Wêne: Helena Landstedt/TT

Hejmara zarokên ku alîkariyasaziyên dermankirinê dixwazin, zêdetir dibe.

Hejmara zarokên penaber ên bi tena xwe hatine Swêdê, ku problemên wan ên madeyên hişbir, wate narkotîk û esraran hene, zêdetir dibe. Mathias Sjöberg serbijîşk e û li saziya Maria ji bo alîkariya zarokên bi problemên narkotîkê kar dike. Ew dibêje ku herroj zarokên nû tên cem wan û daxwaza alîkariyê dikin:

- Hejmara zarokên penaber ên ku tên vir ecêb mezin bûye. Berê ji mehê carekê me zarokek didît ku hatiye serdana me, niha herrojê zarok tên cem me ji bo alîkariyê.

Pêdiviya alîkariya bijîşkî ji bo zarokên penaber ên bi tena xwe hatine Swêdê ji aliyê gelek parêzgehan ve hatiye raporkirin, li gor Hans Karlsson, serokê beşa lênerîn û dermankirinê li Yekîtiya Giştî ya Şaredarî û Parêzgehan:

- Em dibînin ku li hin deveran, pêdiviya dermankirina zarokên penaber ên bi problemên narkotîkê ji hin deverên din zêdetir e.

Serbijîşk Mathias Sjöberg dibêje ku yan zarok bi polîsan re tên saziyê, yan jî hin hevalan li dibistanê yan li xaniyên penaberan şîretan li wan dikin ku alîkariya dermankirinê bixwazin. Ew dibêje ku gelek zarokên penaber ên bi tena xwe hatine, tirs û taswasa xwe bi alîkariya heşîş û ofyonê aram dikin:

- Trawmayên wan ên giran hene, hem ji welatên xwe, lê herweha ji hatina wan heta ku gihiştine Swêdê. Bo nimûne bîranînên wan ji kiriyarên şerî, tahdekirina cinsî û dûrketa ji malbat û xizmên wan hene, û herweha ku ew heval û nasên xwe di dema penaberiyê de ji dest dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".