Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Berpirsekî Fedrasyona Tirkî banga kuştina ermeniyan kir

Hat weşandin måndag 11 april 2016 kl 16.20
Piştî civîneke bi serkêşiya Fedrasyonê re, wî dev ji Fedrasyonê berda.
(2:39 min)
Sergels Torg, meydana herî navendî ya Stockholma paytexta Swêdê ye.
Sergels Torg, meydana herî navendî ya Stockholma paytexta Swêdê ye.

Di xwepêşandanekê li meydana Sergels Torg li navenda Stockholmê, Barbaros Leylanî, cîgirê serokê Fedrasyona Komeleyên Tirkan, banga kuştina ermeniyan kir.

Tirk êdî şiyar bûye
Gerek kûçikên ermenî ha ji xwe hebin
Mirin bo kûçikên ermen
Mirin, mirin, mirin!

Ev gotinên Barbaros Leylanî, cîgirê serokê Fedrasyona Komeleyên Tirk, Turkiska Riksförbundet, bûn, ku di xwepêşandanekê ji aliyê çend komeleyên tirkên îranî û azerî ve hatibû lidarxistin, axaftineke ku li gor wî neamadekirî û spontan bû, pêşkêş kir. Di xwepêşandanê de gelek alên Tirkiyeyê û Azerbaycanê, û bi dehan xwepêşanderan tên dîtin, ku bi coşeke mezin piştgiriya xwe ji bo gotinên Leylaniyî nîşan didan.

Weke ku hun guhdarî dikin, ew axaftin bi tirkî hate gotin, lê ji aliyê hin kesên prîvat ve vîdyo hate qeydkirin,û bi şêweyekî ecêb mezin li ser torên medyaya civakî hate belavkirin, bi wergerandina swêdî, bi sedhezaran li wê vîdyoyê nerîne.

Serokê Fedrasyona Komeleyên Ermenî, Garlen Mansourian ji Radyoya Swêdê re zelal kir ku niha wan giliyê vî kesî li cem polîsan kiriye, bi tawana banga tahdeyê li dijî grûpeke etnîkî. Ew dibêje ku edalet di vê pirsê de ne tenê ji bo kesên ermenî girîng e, lê belê sînyala ku gerek hemû pirsgirêk bi şêweyekî aştiyane werin çareserkirin gerek zelal be.

Yasin Ipek, sekretêrê Fedrasyona Komeleyên Tirk, ji Radyoya Swêdê re da xuyakirin ku Leylanî ne li ser navê Fedrasyonê hatibû vexwendin, û tevî ku ew li ser navê Fedrasyonê hatibû pêşkêşkirin, lê haya serkêşiya Fedrasyonê ji axaftina wî tune bû, û ew weke axêvder ne hatibû tayînkirin.

Ipek ji Radyoya Swêdê re radigehîne ku piştî civîneke serkêşiya Fedrasyonê, Barbaros Leylanî dev ji karê xwe û hemû wezîfeyên xwe ber daye, û ew weke Fedrasyon lêborînê ji xelkê ermenî dixwazin, û ew hemû gotinên Leylanî red dikin û şermezar dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".