Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Fermandara Rojava çi ji Ewrûpa dixwaze?

Hat weşandin tisdag 12 april 2016 kl 16.29
Nasrin Abdullah: Daişiyên herî xedar yên ewrûpî ne!
(7:15 min)
Nasrin Abdullah. Foto SR Nasser Sina
Nasrin Abdullah. Foto: Nasser Sina

Fermandara giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê, YPJê Nasrin Abdullah digel heyeteke ji Rojavayê Kurdistanê ji bo rêzek hevdîtin duh hate Swêdê.

Derheqê kesên ku ji Ewrûpa diçin û tevlî Daişê dibin de Nasrin Abdullah dibêje ew şervanên Daişê yên herî xedar in.

Nesrin Abdullah, xwedîtecrûbeyeke berfireh ya şerê bi Daişê re heye. Hêzên herî bi tesîr ku li Sûriyê şerê Daişê dikin şervanên kurd YPG têne dîtin û hema hema nîvê van şervanan jin in ku di bin navê YPJê de tev digerin, û Nasrin Abdullah nûnertiya wan dike. 

Nesrin Abdullah dibêje wan darbeyên giran li Daişê dane û ji piraniya Rojavayê Kudristanê ew dûr xistine, lê bedelê vê giran bûye.

Di şerê van du salên dawî ya bi rêxîstinên cîhadîst re zêdetir ji 500 şervanên YPJê hatine kuştin û hejmareke bilind ya birîndaran heye.

Ew dibêje amanca Daişê ne tenê kurd û Rojhilata Navîn e, lê ji bo Ewrûpa jî pilanên wê yên berfireh hene û li hemberî Ewrûpa hezên taybet veqetandine.

Piraniya sînorê Sûrî yê bi Tirkiyê ve di destê kurdan de ye. Lê qoziyeke ku navenda wê bajarê Cereblusê ye hêj Daiş kontrol dike. Li ser daxwaza hêzên kurd YPG û YPJê yên ji bo standina wir dewleta Tirkî hewldanên kurd weke îlana şer li hemberî xwe dinêre. Lê Nasrin Abdullah dibêje bêyî standina vê xetê zehmet e Ewrûpa aramiyê bibîne. 

Bi taybetî bi têkoşîna Kobanî re raya giştî ya navneteweyî elaqeyeke mezin nîşanî şervanên jin yên kurd da. Weke nimûne Nasrin Abdullah ji aliyê serokkomarê Fransa Hollande ve li Koşka Elysee hate pêşwazî kirin û berya serdana xwe ya Swêdê li Komara Ҫek Abdullah beşdarî vekirina nûnertiya YPGê bû. Fermandara YPJ bêyî ku tu navan eşkere bike dide zanîn ku ew ê bi hin rayedarên hikûmeta Swêdê re hevdîtinan pêk bîne. Û xuya ye ew ê hem desteka siyasî hem jî leşkerî ji Swêdê bixwaze.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".