Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Firarekî navnetewî li Arlandayê hate girtin

Hat weşandin onsdag 13 april 2016 kl 11.39
Ne hatiye eşkerekirin ew hevwelatiyê ku ye
(0:46 min)
Polîs li balefirgeha Arlandayê îro sibehî.
Polîs li balefirgeha Arlandayê îro sibehî. Wêne: Johan Nilsson/TT

Polîsên balefirgeha Arlandayê firarekî navnetewî ku polîsên almanî, bi gumana ku wî tawanên terorîstî kirine, di pey wî de bûn, girt.

Ew îro saet 8:30ê sibehî li termînala 5a hate girtin dema ku bagaja xwe teslîm kir. Guman hene ku wî zilamî tawanên terorîstî kiribin. Dezgeha dozgeran dibêje ku ew guman pêwendiya wê bi êrîşên Brukselê û Parîsê re tune ne, û tu pêwendiya wî bi Swêdê re jî tune ne. Zilamê ku 1980î ji dayik bûye, di kontrola pasportê de hate girtin. Ev du sal in ku Almanya di pey wî de ye. Dezgeha dozgeran naxwaze eşkere bike bê ew hevwelatiyê kîjan welatî ye, û li gor agahiyên ji êvarenameya Aftonbladetê, berê wî zilamî bi Tirkiyeyê ve bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".