Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Magdalena Andersson (S):

”Pêşketina aboriya Swêdê xurt e”

Hat weşandin onsdag 13 april 2016 kl 14.05
Rexne ji partiyên opozîsyonê
(2:08 min)
Wezîra malî Magdalena Andersson ji partiya Sosyaldemokratan (S).
Wezîra malî Magdalena Andersson ji partiya Sosyaldemokratan (S). Wêne: Janerik Henriksson/TT

Wezîra malî Magdalena Andersson îro pêşniyaza budceya biharî pêşkêş kir.

 

Ev gotinên wezîra malî Magdalena Andersson ji partiya Sosyaldemokratan e, ku îro di konferensekê çapemeniyê de pêşniyaza hikûmetê ya budceya biharî pêşkêş kir, budceya ku partiyên hikûmetê, Sosyaldemokrat û Partiya Jîngehê, bi hevkariya Partiya Çep, pêşkêş dike. Di wê pêşniyazê de 31 milyar kronên zêde ji bo hemû mesrefên penaberiyê tên zêdekirin. Beşek ji wan pereyan dê ji kêmkirina 4 milyar kronan ji pereyên alîkariya hikûmî ya ji bo derveyî welêt, werin. 

Daîreya Koçê, Migrationsverket, dê 2.2 milyar kronên zêde bistîne, ji bo ku karmendên wê bi lênerîna daxwaznameyên penaberiyê re bigihîjin.

Hikûmet herweha 20 milyon kronên zêde datîne ser proseyên vegerandina penaxwazên ku daxwaznameyên wan hatine redkirin, û gerek ew ji Swêdê werin derxistin û vegerin welatê xwe.

Ev pêşniyaz ji aliyê partiya herî mezin di opozîsyonê de, Partiya Moderatan, ve, ji gelek aliyan ve, hatiye rexnekirin. Yek ji xalên rexneyê ew e, ku hikûmet ji bo fînansekirina van pêşniyazên xwe dê pereyan deyn bike, û li gor Moderatan, ecêb e ku di demeke wisa de, ku pêşketina aborî gelekî xurt e, dê dewlet deynan li ser xwe çê bike.

Partiya Lîberalan rexne li hikûmetê dike, ji ber ku ew niha şertên ku hikûmet dê deynin ser kesên tezmînatên nexweşiyê bixwazin, kêmtir bike. Wê demê dê bêhtir kes xwe nexweş ji karê xwe binivîsin. Wekî din, pereyên tezmînata bêkariya ji A-kassayê tê zêdekirin, û li gor Lîberalan, ev yek xwesteka xelkê ku kar bikin kêmtir dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".