Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdiyê gumanbarê terorê tê tewqîf kirin

Hat weşandin torsdag 14 april 2016 kl 15.48
Ji ber êrîşa Brukselê ew gumanbar e
(0:50 min)
23 åringens advokat Vincent Lurquin
Parêzerê kesê 23 salî Vincent Lurquin dibêje miwekîlê wî dê hevkariyê bike. Wêne: Wiktor Nummelin/TT

Swêdiyekî 23 salî ku tê gumankirin tiliya wî di êrîşên terorî yên Brukselê de hebe tê tewqîf kirin. Vê agahiyê parêzerê wî eşkere dike.

Nûçegihanê Radyoya Swêdê yê Brukselê dide zanîn ku piştî danûstandinên bi dizî ku ji aliyê çapemeniya navneteweyî ve bi baldariyeke mezin dihate şopandin hatiye ragihandin ku kesê swêdî ji ber gumana sûcê terorê dê were tewqîf kirin. 

Parêzerê kesê 23 salî dide zanîn ku miwekîlê wî dê bi polîs re hevkariyê bike, lê bi hûrgilî behs nekir bê ev wê bi çi rengî be. 

Halê hazêr kesê gumanbar di zindaneke Saint-Gillesya Belçîka de tê girtin û rûniştina werê piştî heyvekê gereke were li dar xistin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".