Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêvebiriya Rojava pênc buroyên nû vedike

Hat weşandin fredag 15 april 2016 kl 16.20
Birêvebiriya Rojava pênc buroyên nû vedike
(4:51 min)
Abdulkarim Omar. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Berpirsê pêwendiyên derve yê rêvebiriya Rojava Abdulkarim Omar. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Roja yekşemê li paytexta Swêdê Stockholmê Buroya Rojava tê vekirin. Û di demeke nêzîk de li çar welatên din yên cuda buroyên birêvebiriya Rojava vedibin. Abdulkarim Omar berpirsê pêwendiyên derve yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Buroya pêşî ya birêvebiriya Rojava li başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê vebû. Piştre li Rûsya buro hatibû vekirin û niha di nav dewletên Ewrûpî de ya yekem vê yekşemê li paytexta Swêdê Stockholmê vedibe. Nûnertiya Swêdê wê bi navê Buroya Rojava be. 

Tê payin ku ji Rojavayê Kurdistanê digel Abdulkarim Omar herwiha fermandara YPJê Nasrin Abdullah, serokê Konseya Suryanî Bassam Isaq û nûnera Rojava ya Ewrûpa Sînem Muhamed jî beşdarî vekirina buroyê bibin. Tê payin ku çendîn siyasetmedarên swêdî û kurdên Swêdê jî beşdarî vekirina buroyê bibin. 

Ji destpêka vê heftiyê ve şandeke ji Rojavayê Kurdistanê li Swêdê ye û Wezîrê Parastinê, wezareta derve û serokên hin partiyên siyasî yên Swêdê jî di nav de heyetê çendîn hevdîtin û semîner li dar xistine. Abdulkarim Omar ku di şandeyê de cî digre bi giştî ji serdana Swêdê razî xuya dike. 

Serdana şandeya ji Rojava bi vekirina Buroya Rojava ya li Stockholmê bi dawî dibe. Omar dibêje amanc ew e ku nûnertî bibe pirek di navbera Swêd û Rojava de.

Bi vekirina nûnertiya Stocholmê re hejmara buroyên Rojava dibe sisê û li gor Abdulkarim Omar di nava îsal de pilan ew e hejmara nûnertiyan bibe heft. Buroyên nû dê li Kopenhagen,Parîs, Berlîn û Waşîngton werine vekirin.

Lê ji aliyê resmî ve ev buro wezîfeya sefaret yan jî konsolosxaneyan nabînin. Herçend ew bi destûr û ilmê dewletan vedibin jî îtirafeke resmî nayê kirin, weke ofîs li wan tê nerîn. Bes Abdulkarim Omar dibêje di şertên îro de bendewariyeke bi vî rengî wê ne di ciyê xwe de be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".