Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Rojeva Swêdê vê heftiyê:

Têkiliyên wezîr Kaplan bi nijadperestên tirk re

Hat weşandin fredag 15 april 2016 kl 16.13
Mehmet Kaplan: Min nizanîbû ew kes kî bû
(5:19 min)

Wezîrê karûbarên xaniyan Mehmet Kaplan di wêneyekî de bi serokê ”Gurên Boz” li Swêdê re tê dîtin.

Ji destpêka vê heftiyê ve, rojeva Swêdê bi hetîketiyan tije bû. Dawiya heftiya çû, axavtina cîgirê serokê Federasyona Komeleyên Tirkî, Barbaros Leylani, ku di xwepêşandanekê de banga kuştina li gor gotina wî ”kûçikên ermen” kir, ew axavtin gelek gotûbêj bi dû xwe de anî. Barbaros Leylanî paşê dev ji Federasyonê berda, û Federasyonê lêborîna xwe ji ermenan xwest.

Lê piştî du rojan, du wêne li ser torên medyaya civakî hatin belavkirin, çend kes şîvê dixwin di wî wêneyî de xuya dibin. Ji nav wan wezîrê karûbarên xaniyan Mehmet Kaplan ji Partiya Jîngehê, û serokê rêkxistina nijadperest û şidetkar ”Gurên Boz” a tirkî, Ilhan Senturk, tê dîtin. Ew wêne di 2015an de hatiye girtin û li ser malpera Federasyona Komeleyên Tirkî eşkere peyda dibû. Li gor Mehmet Kaplan, ew wêne di şîveke Remedanê, wate dema iftarê de, hatibû girtin. Ew iftar ji aliyê hin bazirganên tirk ve hatibû lidarxistin, û Kaplan dibêje wî ne pirsîbû kî beşdar dibe. Di wêneyî de xuya dike ku Mehmet Kaplan li ser maseyekê rûniştiye, û li ser maseya beramberî wan hem serokê ”Gurên Boz”, hem cîgirê berê yê serokê Federasyonê Barbaros Leylani û sekreterê Federasyonê Yasin Ipek tên dîtin. Mehmet Kaplan ji Radyoya Swêdê re got ku wî Barbaros Leylani nas dikir, lê nizanîbû kesê li tenişt wî rûniştiye kî bû, û paşê haya wî jê çê bû ku ew serokê ”Gurên Boz” e.

Yek ji dengên pir rexnegir li dijî Mehmet Kaplan, parlamênterê Partiya Lîberalan, Fredrik Malm e, ku doh di Televizyona Swêdê de got ku ew ji meseleya ku Mehmet Kaplan ew kes nas ne dikir, yekcar bi guman e. Li gor Malm, Mehmet Kaplan di jiyana komelayetî û civakî de gelekî çalak e, û pir ecêb e ku Kaplan dibêje wî ew kas nas ne dikir. Wekî din, li gor Fredrik Malm, wezîrê karûbarên xaniyan Mehmet Kaplan, heta dema ku parlamenter bû û berî ku bibe wezîr, gelek caran axiviye û têkiliya wî bi rêkxistinên nijadperest û îslamîst re hebûye, û ev civîn û axavtin bûne meyleke zelal ku tahdeyê li pêbawriya demokratiyê li Swêdê dike.

Nimûneyek ji van rêkxistinên îslamîst, grûpa Milli Görüş e, ku dixwaze şerîeta îslamî bike qanûna welatan li Rojhilata Navîn. Televizyona Swêdê eşkere kiribû ku Kaplan çend carî bi wan re civiyaye, û di civînekê de pesnê çalakiyên wan daye. Kaplan bi xwe li ser vê yekê wisa bersiv da: ”Ew beşeke ji civaka sîvîl li Tirkiyeyê ne. Ez bi gelek cûreyên xelkê di civakê de rûdinêm”.

Ji bilî Fredrik Malm, rêaksyonên rexnegir ji nav hikûmetê bi xwe jî hatin. Serokwezîr Stefan Löfvén di daxuyaniyeke nivîskî de got ku ew ji ber van wêneyên hatine belavkirin pir xembar e, û wî herweha piştrast kir ku berpirsiyaria wezîrî heye ku li lîsteya beşdaran binere, berî ku bi xwe beşdar bibe.

Wezîra çand û demokratiyê Alice Bah Kunke, ku ew bi xwe jî ji Partiya Jîngehê ye, şiroveya xwe da û got ku tevgera wisa ne layiqê hikûmetê ye ku yek ji wezîrên wê xwarinê bi rêkxistinên şidetkar û nijadperest re dixwin.

Lê gelo ev bûyer çawa bandora xwe li hikûmetê dike? Şirovegirê siyaseta hundir ê Televizyona Swêdê, Mats Knutsson, nivîsî ku heger ev bûyer karê Mehmet Kaplan jê nestîne, dê bi kêmanî hêza wî kêm bike, û ji bo hikûmetê ev tişt karê wê zehmettir dike, nexasim dema ku pirsa xaniyan, ku berpirsiyariya Kaplan e, yek ji pirsên herî girîng ên hikûmetê ne.

Karl Gösta Bergström ji rojnameya Expressenê di nivîsekê de balê dikişîne ser tevgera Mehmet Kaplan, û wî weke ”barê herî giran ser pişta hikûmetê” bi nav dike, hem ji ber ewqas tevliheviya dora wî û rêkxistinên îslamîst, hem jî ji ber ku ew ne siyasetmedarekî jêhatî ye.

Erik Holmersson ji rojnameya Dagens Nyheter wisa derbarê tevgera Kaplan piştî eşkerekirina vî wêneyî nivîsî: Ji dêvla xwe bi xweşikayî bersiva pirsan bide, lêborînê bixwaze û xwe ji rêkxistina ”Gurên Boz” dûr bixe, wî bi rêya berdvekên xwe yên çapemeniyê ji pirsên rojnameya Expressenê re digot ku asta rojnamgeriya wan pir nizim e. Heta ku zexta ji aliyê medyayê ve xweşik xurt ne bû, wî bersivên rasterast û konkret ne dan.  


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".