Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mehmet Kaplan dest ji wezîfeya xwe berda

Hat weşandin måndag 18 april 2016 kl 15.07
” Ew mecbûr û neçar bû”
(5:56 min)
Kurdo Baksi û Mehmet Kaplan Foto: Janerik Henriksson / TT + Jessica Gow / TT
Janerik Henriksson / TT + Jessica Gow / TT Wêne: JANERIK HENRIKSSON / TT

Wezîrê karûbarê xaniyan Mehmet Kaplan (Partiya Jîngehê) dest ji wezîfeya xwe berda. Îro nîvro, di civîneke çapemenî de serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven ev yeka eşkere kir.

Mehmet Kaplan di heman civînê de amade bû got ku ne ji ber rastiya rexneyên tund ku di vê dema dawî de lê bûne dest ji wezîfeya xwe berdide, lê ji ber wê ku ew karin tesîrê li karê wî bikin.

Rojnamevan û endamê Partiya Jîngehê, Kurdo Baksî, geşbîne û kêfxweş e ku Kaplan dest ji wezîfeya xwe berda. Baksî dibêje ew xwe mecbûr dît ji ber hetîketiyên wî gelek bûn û hindekê din jî bi rê de bûn.

Mehmet Kaplan bi xwe nabêje ku wî ti şaşî kirine û ne ji ber rastiya rexneyên lê bûne dest ji wezîfeya xwe berdide, lê Kurdo Baksî vê rast nabîne û dibêje ew neçar bû. Terka wezîfeyê bandoreke mezin li hikûmeta Löfven nake û bi demê re wê ev skandal bên jibîrkirin.

Di van rojên dawî de wezîrê karûbarê xaniyan, Mehmet Kaplan, tûşî rexneyên bihêz bû ji ber amadebûna wî bi tundrew û nijadperestên tirk re li ser şîvekê û hetîketiyeke din jî eşkere bûn.

Di eşkerekirina dawî de ya ku ji aliyê rojnameya Svenska Dagbladet ve hate belavkirin wê Kaplan Israîl bi naziyan ve miqarene û hevber kiribe. Wî di bernameyeke telefizyonê ji 2009 de gotiye ku siyaseta Israîl hember filestîniyan her wekî ya naziyan ku hember cihuyan bû di 1930 de.

Piştî vê eşkerekirinê rexneyên hember wezîrê karûbarê xaniyan Mehmet Kaplan bêhtir bûn, yek ji rexnegiran wezîra karûbarê derve ya Swêdê Margot Wallström nû ya got ku daxuyaniyek bi vï awayî neqebûlbar e.

Nuha wezîfeyên Kaplan li ser du kesan tê dabeş kirin. Per Bolund ji Partiya Jîngehê beşê mezin ji karê Kaplan werdigire û Mikael Damberg ji partiya Sosyaldemokratan kar û pirsên IT (teknîka agahdariyan) werdigire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".