Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serokê ülkücüyan: Em ne faşîst in!

Hat weşandin måndag 18 april 2016 kl 23.10
”Elaqeya me bi Tirkî, MHP û Gurên Boz re nîne!”
(7:51 min)
Isvec Ulku Ocaklari - Turkiska Gråvargar i Sverige. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
1 av 3
Komeleya "Isvec Ulku Ocaklari". Wêne: Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Turkiska flaggan
3 av 3
Binbanê komeleyê. Wêne: Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Ev derdorê du heftiyan e rojeva Swêdê ya sereke gurên boz û nijadperestên tirk yên li vî welatî ne. Lê gelo derheqê van gotûbêjan de ew bi xwe çi dibêjin?

9ê nîsanê hin komeleyên tirk yên li Swêdê li hemberî Ermenîstanê li navenda Stockholmê meşek li dar xistin. Yek ji axavtvanên xwepêşandanê cîgirê serokê Federasyona Tirk ya li Swêdê Barbaros Leylanî bû. Leylanî mîkrofon girtibû destê xwe û digot: ”Tirk êdî hişyar bûye. Bila ew kûçikên ermenî hay ji xwe hebin. Ji kûçikên ermenî re mirin, mirin, mirin” û gelek kesan jî mîna destek gotina ”mirin” dubare dikirin. 

Li navenda Stockholmê Barbaros Leylanî bi berdewamî digot ”Divê em helwesta tirk nîşanî swêdî û skandînaviyan bidin. Em ne eşqî xwîn in, lê dikarin xwînê birijînin”. 

Bi vê daxuyaniya ku gelê swêdî pê matmayî bûn re medya behsa nêzîkahiya Leylanî ya bi nijadperestên tirk re kir. Wêneyên wî digel serokê komeleya Gurên Boz Ilhan Şenturk li Stockholmê hatine weşandin û di wêneyekî de Leylanî, Şenturk û wezîrê xaniyan Mehmet Kaplan jî di nav de li ciyekî xwarin dixwarin. Û bi taybetî nîqaşên derheqê vî wêneyî de îro bû sebeb ku Kaplan ji wezîrtiyê îstifa bike. 

Heçî Leylanî ye wî hêj zû ragihand ku ew dev ji hemû wezîfeyên xwe yên Federasyona Tirk berdide. Û Komeleya Gurên Boz ya li Stockgholmê ”Isveç Ülkü Ocaklari” duh bi munasebeta gotûbêjên dawî li lokala xwe ya Stockholmê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokê komeleya ülkücuyan Ilhan Şenturk di axavtina xwe de rexne li medya û siyaseta Swêdê kir, got ew bi pêşhikmî nêzîkê wan dibin, komeleya wan bi qest weke terorîst, faşîst didine nasandin. Wî siyaset û çapemeniya Swêdê weke durû, pîs û qirêj bi nav kir.

Şenturk îdia kir ku komeleya wan di çarçoveya mafê mirovan de li gor dewleta hiqûq tevdigere, li dijî komunîzm, kapîtalîzm, faşîzm, nazîsm, nijadperestî û hemû cureyên emperyalîzmê ew hêlîna çand û perwerdeya nirxên islamî û neteweya tirk e. Wî got hereketa ülkücî tevgereke pir û pak e û ew ê rê nedine herimandina wê. 

Derheqê Mehmet Kaplan de berpirsên komeleyê gotin tu caran tu elaqeya Kaplan bi wan re çênebûye û rexnegir bûn ku medya ewqas dide ser Kaplan. 

Komeleya Gurên Boz li lokaleke Sundbyberg, li Stockholmê ye. Li pêşiya maseya axavtvanan alaya Tirkî û Swêdê heye, binbanê lokalê bi alayeke mezin ya Tirkî hatiye nixumandin. Wêneyên siltanên osmanî bi dîwaran ve ne. Malpera grûpê ya Facebookê bi bangên ji bo desteka MHP û daxuyaniyên Gurên Boz yên Tirkî tişe ye, lê berpirsên komeleyê çend caran tekrar dikin ku ew ne rêxistineke siyasî ne, tu elaqeyê wan ji siyaseta Tirkiyê û MHP nîne. 

Di axavtina xwe de hem serokê komeleyê Ilhan Şenturk hem jî berpirsekî wê yê din Yalçin Selek giraniyeke taybet dane ser ku ew ne faşîst in û weke nimûne behsa biratiya kurd û tirk kirin. Şenturk di axavtina xwe de got em û kurd mîna goşt û neynokê ne û kes nikare me ji hev cuda bike.

Raserî axavtvanan re afîşeke paşxaneya wê şîn heye. Li ser afîşê navê komeleyê nivîsandiye û li herdu aliyên nivîsê rismê du gurên devjev yên di nav hîva nû de hene. Heman sembol li Tirkî weke nîşana ciwanên nijadperest yên partiya MHP tê dîtin ku ji salên 70 ta niha ji ber bi sedan kuştin têne gunehbar kirin. Di gelek lêkolînên navneteweyî de mîna faşîst behsa wan tê kirin. Halê hazir di êrîşa li ser bajarên kurd de jî bi sedan leşkerên ku dikevine malan bi îşareta gurên boz pozan didin û wêneyan belav dikin. 

Li ser meseleya têkiliya bi gurên boz re gotinên berpirsên komeleya Stockholmê carcaran zitê hev dihatin. Di heman axavtinê de hem Gurên Boz yên li Tirkî diparastin hem jî digotin tu elaqeyê wan ji Gurên Boz yên derveyî Swêdê nîne.

Yalçin Selek dibêje:

– Ji me re dibêjin gurên boz, faşîst û pir navên din bi me ve dikin. Lê em ne ew in. Gurên Boz yên li Tirkî îdealîst ango neteweperest in, lê bi tu awayî ne faşîst yan jî rasîst in.

– Gurê Boz tim nîşana Tirkan bû ye û bi rastî her tirkek gurekî boz e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".