Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sîstema parastina şewatê di gelek kampên penaberan de bi kêmasî ne

Hat weşandin tisdag 19 april 2016 kl 10.26
”Divê van sîsteman yekser durist bikin”
(1:33 min)
Grafik på en Sverigekarta med markerade län vars asylboenden och hvb-hem har brandsäkerhet-kontrollerats.

Sîstema parastina şewatê di sê ji çar kamp û malên penaberan û zarokên bi tena serê xwe hatine de bi kêmasî ne. Lêhûrnerîneke Radyoya Swêdê eşkere dike ku derbarê girtina rêyên derketina dema xeterê ye û carna ku zingilê hişiyariya şewatê xirabe ne jî.

Protokola çavdêriya şewatan ya kamp û malên penaberan û zarokên bi te di 75 şaredariyan de hatine lêkolînkirin. 12 ji kanalên P4 yên Radyoya Swêdê tevlî vê lêhûrnerînê bûne di herêmên xwe de.

Di vê lêkolînê de diyar bû ku beşekî mezin ji 300 kampan bi kêmasî bûn, hindek ji wan yekser hatin girtin û di 60 % ji van kampan de rewş zêde cidî bû û ji wan yekser hate xwestin ku sîstemên xwe yên parastina şewatê durist bikin.

Wezîrê pirsên hindirîn Anders Ygeman, bitirs e û nearam e ji ber ewleyîya şewatê di kampên penaberan de:

-Bêguman ev rewşeke bitirs e. Encamên herî xirab yê vê wê kare ew be eger qezayek yan şewatek rû bide ji ber ku sîstema parastina şewatê bi kêmasî ye. Divê li van kêmasiyan bi çavekî cidî bên nerîn û di zûtrirîn dem de durist bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".