Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd divê qanûna razîbûnê hebe

Hat weşandin tisdag 19 april 2016 kl 16.03
”Mercên isbatkirinê her wekî berê ne”
(1:21 min)
Lagbok och kvinna som håller upp en arm för att skydda sig.
Wêne: Henrik Montgomery û Janerik Henriksson/TT.

Qanûna razîbûnê li Swêdê pêwîst e ji bo têr be dema yê qurbanê tecawiziyê bêje na da ku yê tawankir ji ber tecawiziya cinsî bên hikumkirin. Lêkolînera hikûmetê Mari Heidenborg vê yekê di payizê de pêşniyaz bike.

-Eger ev qanûn bi cî bibe dê qanûnek be li gor nerîna li ser cins be ya derbarê razîbûna herdu aliyan e. Wê li ser dilxwaziyê, bidiqet û hişiyariyê û razîbûnê be  danberhev bi qanûna ku me îro heye ya ku bêhtir li ser wê ava bûye bê yê tawankir çi made bi kar aniye yan çawa istîfade kiriye.

Lê ji aliyê merc û şertên isbatên tawanê dê tiştek neyê guherîn danberhev bi qanûna îroj re. Dozger Ulrika Liljeberg ya bi xwe di komîteya vê lêkolînê de ye dibêje ku ew alîgirê qanûneke razîbûnê ye lê li gor texmînên wê dê qanûneke bi vî awayî her neke ku hejmara hikumên tecawiziya cinsî zêde bibin, ji ber mercên isbatkirinê her wekî berê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".