Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêm şaredarî ji xebata li dijî ekstemîsma şidetxwaz re amade ne

Hat weşandin onsdag 20 april 2016 kl 10.32
”Hîna em negiheştine armancê”
(1:57 min)
Wêne: TT.
Wêne: TT.

Tenê 7% ji şaredariyan bernameyeke amade ji bo xebata li dijî ekstremîsma şidetxwaz re heye.

Mona Salin ya beriya du salan wezîfeya kordînekara neteweyî ji bo karê li dijî ekstremîsma şidetxwaz wergirt nuha raporek derbarê vê pirsê di nav şaredariyên Swêdê de pêşkêş kir. Û diyare rêya vê xebata hîna gelekî dûr e.

Li gor raporê tenê nîvî hejmara şaredariyan fêhmkirine bê rewş çawa ye ji aliyê pirsa ekstremîsma şidetxwaz ve.

-Ez vê hîna wekî astengiyeke mezin ji bo Swêdê dibînim. Mona Sahlin dibêje erê me çend gavin di vê rêyê de berev pêş ve avêtine lê têgihiştina derbarê rewşa ekstremîsmê li Swêdê hîna negiheştiye asta armanca me.

Encamên pirsnameya kordînekara neteweyî ji bo vê pirsê diyar dike ku beriya her tiştî şaredariyên biçûk in yên li paş mane ji aliyê vê xebatê ve. Ji sê beşan yek ji şaredariyan bersiv dane û gotine ku ew nizanin eger ekstemîsma şidetxwaz heye yan na.

Ji wan şaredariyên ku bersiv dane û dibêjin ekstremîsma şidetxwaz di nav wan de heye, li gor nerîna nîvî wan derbarê ekstremîsma rastgir e û 36 % dibêjin derbarê ekstremîsma islamî ye.    

Hejmareke kêm ji şaredariyan perwedeyên taybetî ji bo vî warî danîne û tenê 7% ji şaredariyan bernameyeke amade danîne ji bo xebata li dijî ekstremîsma şidetxwaz.

Di meha şeşan ya vê salê de wezîfeya Mona Sahlin ya di vî warî de bi dawî dibe.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".