Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Awayên nû ji bo eşkerekirina temenê zarokên penaber

Hat weşandin onsdag 20 april 2016 kl 14.25
"Ev awayekî misogertir e“
(1:33 min)
Skuggan av en pojke
Wêne: Lars Pehrsson/ TT

Kamereya megnatîs danberhev bi rontgen, ango eşeayê re, kare baştir temen û emirê zarokanên penaber diyar bike.

Lêhûrnerîna birêvebiriya pirsên civakî (Socialstyrelsen) ya derbarê lêkolînên zanistî li ser helsengandina pizîşkî ya emir û temen vê diyar dike. Awayekî nû bo mayeneya movika kabokê encam û netîceyên baştir dide ji bo diyarkirina temen.

-Ya ta nuha me dîtiye ew e ku mayeneya movika kabokê, ango ya çogan bi kamereya mignatîsê ya herî baş e ji bo diyarkirina temenê zarokan. Berpirsê vê projeyê Carl-Erik Flodmark dibêje eger mirov encamên kamereya mignatîs bi wêneyên çendîn herêmên mezinbûnê re bikemilîne wê demê derfeta ku mirov bibîne ku ew kesa di bin 18 de bêhtir dibe.

Li gor birêvebiriya pirsên civakî encamên vê lêhûrnerînê wiqasî baş û erênî ye ku kare bi awayekî fermî bê bi kar anîn.

Lê di halê hazir de ev awayê lêkolînê ne amade ye, ew divê pêşî baş li ser hezaran kes di projeyeke pîlot de bên ceribandin û piştî encamên wê dikare bên bi kar anîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".