Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Derbaskirina ehlan qaçaxçîtiya mirovan e?

Hat weşandin torsdag 21 april 2016 kl 10.29
”Rênîşandanên zelel pêwîst in”
(2:38 min)
Polis gör id-kontroll vid Öresundsbron samt lagbok och klubba.
Foto: TT. Montage: Sveriges Radio.

Ji payizê de hejmara kesên bi tawana qaçaxçîtiya mirovan tawanbar bûne li Swêdê zêde bûye. Lê gelo tawan e eger mirov malbat û ehlên xwe derbasî Swêdê bike? Ta nuha rênîşandanên zelal ji vê pirsê re tune ne.

Polîsê başûrê Swêdê radigihîne ku hejmara dozên qeçaxçîtiyê bi hêz zêde bûne. Par dora 60 kesî bi tevlîbûna tawana qeçaxçîtiyê hatin tawanbar kirin û 29 kes ta adara vê salê. Danberhev bi 2014 re hejmara kesên bi vê tawanê sûcdar bûn 17 kes bûn.

Piraniya van dozan li herêma Skånê ne ya li ser sînorê Danmarkê ye û li gor zaniyariyan beşê mezin ji van penaberan bi rêya pira Öresundê derbasî Swêdê bûne. Lê ya bala polîs kişandiye ew e ku rewşên derbaskirina penaberan bê heq û pere, wekî alîkariyê, zêde bûne.

-Beriya çend salekî ya normal ew bû ku kesek bi heq û pereyan mirov derbasî Swêdê dikirin. Dozger Linda Rasmussen li Malmö dibêje îro qaçaxçîtiya mirovan bi awayekî din jî dibe. Rasmussen berdewam dike û dibêje ku îro yê tawankir kare ehl û malbata yên peneber bi xwe bin. Yan jî kesek ku dixwaze alîkariya wan bike û bê pere wan derbasî Swêdê bike, ya em ji wê re dibêjin sebebên mirovî.

Lê her hîna jî me qeçaxçî hene yên bi pere û heqê xwe penaberan derbasî Swêdê dikin. Ta nuha hîna ev karekî bi qezenc e.

Pirsa qeçaxçîtiya bi mebesta alîakriya mirovî yek ji pirsên ku ji bo dezgeha dozgeran ne zelal e û ew nuha daxwaza rênîşandanên zelal dikin.

Cezeya tawanên qacaxçîtiyê normal sê meh di zindanê de ye lê dîrektîveke kevin ya Yekîtiya Ewrûpayê destûrê dide di çend rewşna de ku ji cezeyê serbest bin. Yek ji wan rewşan pirsa mirovî ye.

Swêd ta nuha awarte yan istisnayek di qanûnê de nekiriye lê dadgeha herî bilind ev imkan ji vê yekê re vekiriye. Ya kare guherînan deyne praksîseke nû ye, ango praktîka hiqûqî. Ev tê bi wateya ku dive dozek bigihêje dadgeha istisnafê yan ya herî bilind û li wê derê bibe rênîsander bo rewşên wekî wê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".