Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Partiya Jîngehê

Gustav Fridolin derbarê hetîketiyên partiyê diaxive

Hat weşandin torsdag 21 april 2016 kl 11.40
”îro partiya me di rewşeke dijwar de ye”
(4:39 min)
man i skjorta och kavaj framför P1-morgons logga. Foto: Sveriges Radio
Berdevkê Partiya Jîngehê Gustav Fridolin (MP). Foto: Sveriges Radio

Piştî heftiyeke dijwar û tije hetîketî ji bo Partiya Jîngehê nuha berdevkê partiyê Gustav Fridolin diaxive û bersiva pirsên Radyoya Swêdê dide.

Pêşî hetîketiyên derdora wezîrê karûbarê xaniyan Mehmet kaplan yê piştî rexneyên tund dest ji wezîfeya xwe di hikûmetê de berda û pişt re hetîketiya  Yasri Khan yê ji bo birêvebiriya partiyê hatibû namzedkirin lê mecbûr bû dest ji wezîfeya xwe berde ji ber ku qebûl nekir destê jinekê bihejîne.

Gustav Fridolin di hevpeyvîneke bi bernameya Radyoya Swêdê P1 Morgon re dibêje ku bêguman divê mirov karibe destê jinan bihejîne. Li gor nerîna Fridolin giring e ku mirov rêz û ihtîramê ji jinê re nîşan bide.

Derbarê pirsa bê kengî ew bi wê bihîst ku komîteya rawêj Yasri Khan pêşniyaz kir Fridolin bersiv dide û dibêje ku bitexmîn her dema pêşniyaz hate pêşkêş kirin. Belkî saetekê beriya wê ji min re gotibin, bi rastî nayê bîra min lê her di wê rojê de bû.

Komîteya rawêj bi wê zanîbû ku Khan destê jinan nahejîne di dema silavkirinê de û her dîsan jî wî wî kandîd kirin. Gustav Fridolin derbarê vê dibêje ku yekcar li helwest û prînsîpên me yên femînîstî û wekhevî nayê.

-Serokê komîteya rawêj Joakim Larsson gotiye ku wan li kar û xebata wî ya di civaka sîvîl de nerîne, di tevgera rêçzaniyê de. Nerîna wan ya giştî ew bû ku kare nûnerek ji Partiya Jîngehê re be. Fridolin dibêje lê ew minaqeşeya çê bû diyar kir ku ev yeka nabe.

-Ez karim itîraf bikim û bêjim ku min baş fêhm nekiribû bê çend jin bi kêmrêz û ihtîramê hest dikirin ji ber pirsa dest ne hejandinê ya Yasri Khan.

Derbarê pirsa Mehmet Kaplan û rexneyên li partiyê bûne fridolin dibêje herçend ku ez bi gotinên Kaplan bi bawer im ku wî ew kesên li ser şîvê amade bûbûn nas nedikir, her rewşeke dilêş e ku gelek bi wê êşiyan e dema wêneyên Kaplan bi ekstremîst û faşîstan re dîtin. Ji wan re zor û bitirs e dema dost û malbatên wan di Turkiyeke zêde neteweperest de di rewşeke zehmet de ne. Fridolin dibêje ez tê digihêjim ku wêneyên wezîrekî swêdî bi vî awayî dilê gelekan diêşîne.

Di hevpeyivîna bernameya P1 Morgon ya bi berdevkê Partiya Jîngehê, Gustav Fridolin, re pirsa karê partiyê li ser astengîngiyên krîs û hetîketiyan hate minaqeşe kirin.

Fridolin got ku ez fêhm dikim û lomê nakim ku ev pirs û rexne li me dibin, ji ber eşkere ye ku me baş li ser kar nekiriye û baweriya bi me hejandiye. Fridolin herweha mukir tê ku partiya wî di rewşeke dijwar de ye.

Doh jî hate eşkere kirin ku yek ji berpirsên çapemenî yê partiyê hewil daye tesîrê li naveroka weşana bernameya nûçeyan ya Telefizyona Swêdê, Aktuellt, bike.

Ew kesa ji bernameyê re gotibû ku karim navên rexnegirê Yasri Khan bidim we eger hûn pirsên rexnegir derbarê Mehmet kaplan nekin.

-Fridolin dibêje eger ev yeka rast be yekcar neqebûl bar e û dema min bi vê yekê bihîst min yekser ew kesa fesil kir. Li gor nerînên Gustav Fridolin piraniya şaşiyên di partiyê dibin nuha ji ber wê ye ku gelek hest bi dexteke mezin dikin û dixwazin karekî baş bikin ji ber dilşikestina endaman û baweriya bi partiyê ve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".