Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nabe sendîka têkevin grevê de

Hat weşandin torsdag 21 april 2016 kl 14.56
Erka aştiyê li dar e
(0:48 min)
Skylt utanpå Unionens huvudkontor.
Wêne: JANERIK HENRIKSSON / TT

Îro piştî nîvro dadgeha pirsên karî (Arbetsdomstol) biryareke taybet da derbarê sebebên destûrdayî ji bo grevkirina sendîkayan. 

Sendîkaya Unionen û Sveriges Ingenjörer destûr negirtin ji bo grev kirina ji ber pirsên teqawidiyê. Li hêla din dadgeh heq da Almega, rêxistina xwedanên karî ji bo sektorê xizmetê, di itîraza wan de ya derbarê ku peymana teqawidiyê betal nebûye û ji ber wê erka aştiyê li dar e.

Ji duşemê de sendîka pêşagahdariya grevê dabûn û hizra wan ew bû ku piştî biryara dadgehê grev dest pê bike.

Rewşa qanûnî hîna jî ne eşkere ye. Lê encamên lêkolîna dadgeha pirsên karî ew e ku di pirsa teqawidiyê de erka aştiyê li dar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".