Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Greva rengvanan berfirehtir dibe

Hat weşandin fredag 22 april 2016 kl 12.12
Greva rengvanan berfireh dibe
(0:54 min)
Målarstrejk
Li ser Wêne: Li ser şertên ducaniyan lihevhatin nabe. Thommy Tengborg/TT

Greva ku berya du heftiyan bi 260 rengvanan dest pê kiribû berfirehtir dibe bi telvîbûna 600 rengdarên din berfirehtir dibe.

Greva rengvanan, ango boyaxçiyan berfirehtir dibe. Piştî ku şevê din gotûbêjên bi mebesta gihîştina peymanekê bêyî ku bigihin encamekê qut bûn niha 600 rengvanên din jî li bakurê Swêdê diçine grevê. Greva ku berya du heftiyan bi 260 rengvanan dest pê kiribû berfirehtir dibe. 

Vê sibê şîrketên rengvanan pêşniyaza navbeynkaran qebûl kirin, lê Federasyona Rengvanan (Målareförbundet) xwe nedane ber û ew nepejirandin. Li ser miaş lihevhatinek heye, lê şertê Federasyona Rengvanan ew e ku gava endameke wan li halekî ye û pereyên ducaniyê distîne gereke karsaz nikaribe wê ji kar derxîne.

Pirsgirêka di navbera wan de ku nehatiye hal kirin û ji ber wê jî grev berdewam e ev e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".