Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ew planên terorîstî inkar dike

Hat weşandin måndag 25 april 2016 kl 10.18
Îro proseya dadgehkirinê bi dawî dibe
(0:46 min)
Montage av en bild på entrén till Attunda tingsrätt och en teckning från rättegången, som föreställer den åtalade mannen och hans advokat.
Janerik Henriksson/TT

Îro proseya dadgehkirina mêrê 20 salî ji herêma Stockholmê yê bi amadekirina êrîşeke terorîstî li Swêdê gumanjêkirî ye bi dawî dibe.

Li gor dozgerî wî hewil dabû tevlî tevgera terorîstî ya Daeş bibe û herweha hewil dabû bi xwe bombeyekê çê bike da ku li Swêdê êrîşeke terorîstî pêk bîne.

Mêrê 20 salî bi xwe dibêje ku ev hemû şaş hatiye fêhm kirin.

Säpo, polîsê istixbaratê Swêdê 8 mehan duyan, piştî ku diya mêrê 20 salî gilî lê kiribû, wî girtin. Di jêpirsîna Säpoyê de çendîn kes ji malbata wî gotibûn ku rewşa wî ya nefsî nebaş bû, wî xwe ji her kesî dûr xistibû û bûbû xwedan fikir û nerînên zêde radîkal jî.

 

      

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".