Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Yasin Ipek

”Federasyona Tirk dikare here îflasê”

Hat weşandin måndag 25 april 2016 kl 15.12
Têkiliyên Federasyona Tirk û MHP
(7:18 min)
Turkiska riksförbundet ifrågasätts nu av ansvariga myndigheter.
Li têkiliyên Federasyona Tirk yên bi nijadperestan re tê nêrîn. Wêne: Leo Sellén/TT

Federasyona Tirk ya li Swêdê dikare neçar bimîne ku bi mîlyonan alîkariya wergirtî paş de bide. Meqamê ku pere daye nirxên ku federasyon diparêze têxe bin vekolînê.

Anders Hagquist li Saziya Pirsên Ciwan û Civaka Sivîl e. Ew dibêje:

– Daxuyaniya ku hate dayin ne di çarçoveya wekheviya hemû mirovan û rêzgirtina ji mafê mirovan re bû. Lewra me vekolînek li ser alîkariyê da dest pê kirin.

Roja 9ê nîsanê bû. Cîgirê serokê Federasyona Tirk Barbaros Leylani li navenda Stockholmê meydana Sergels Torg mîkrofon girtibû destê xwe, ji ermeniyan re digot kûçik û mirin ji wan re dixwest.

Piştî reaksîyonên hişk Leylanî bi xwe dest ji wezîfeya xwe ya federasyonê berda. Û bi vê daxuyaniyê re Saziya Pirsên Ciwan û Civaka Sivîl vekolînek da dest pê kirin. Lê Anders Hagquist dibêje, tenha tişta ku ew lê dinêrin ne ev daxuyanî ye.

– Berya niha jî giliyê federasyonê hatiye kirin û niha em munasib dibînin ku li wan jî binêrin.

Giliyê Federasyonê berya niha hem ji aliyê endam û birêvebirên kevin yên federasyonê bi xwe hem jî komeleyên din yên wek nimûne kurd, asûrî, elawî ve hatine kirin. Lê ji ber ku delîlên di wan giliyan de li gor saziya fermî ne ewqas xurt bûn alîkariya Federasyonê bi berdewamî hatiye kirin. Ji bo îsal ser 500 000 kronî re hatiye dayin. Ji 2010ê ve bi giştî Federasyona Tirkî nêzîkê 4 mîlyon kron weke alîkarî standiye. Û ev pere gişt niha paşde dikarin werine xwestin.

Sekreterê Federasyonê Yasin Ipek dibêje paşdexwestina van pereyan ji bo wan dê were maneya felaketê.

– Xetera herî mezin ew e ku em herine îflasê. Yanî federasyon dikare nemîne.

Û li gor Ipek gotûbêjên vê dawiyê niheqiyê li wan dikin. Ew dibêje em ne jinadperest yan jî faşîst in. Ew dibêje ji bo kesek wiha ye nayê wê wateyê ku hemû Federasyon wisa ye û were gunehkar kirin.

Li ser pirsa ku yê daxuyanî daye bi xwe cîgirê Federasyonê bû û bê ev nayê wê wateyê ku pirsgirêkên wan yên cidî hene ew dibêje:

– Rast e, pirsgirêkên me hene. Lê berê me nizanibû ew wisa ye. Û baş bû ku wî ya di dilê xwe de got da ku em wî ji federasyonê bavêjin.

Bes çîrok li vir naqede.
Federasyona Tirk, li Swêdê rêxistina herî mezin ya tirkan e û ser 10 000 endamên wê hene. Niha rexneyên cidî li federasyonê têne kirin ku ew

propagandaya Partiya nijadperest MHP û Gurên Boz belav dike. Sekreterê Federasyonê Yasîn Îpek îdiayan red dike û dibêje tu elaqeyê wan ji siyasetê nîne.

Bes lêkolînên Radyoya Swêdê wêneyekî din derdixin holê. Nivîseke di malpera federasyonê bi xwe de ku ji aliyê serokê Komeleya Gurên Boz ya Swêdê ve hatiye nivîsandin û tê de serokê nijadperestên tirk Alparslan Turkeş tê pesindan û ji bo bîranîna mirina Turkeş mewlûd tê dayin tê nîşandan.

Gava nivîs tê nîşandan Ipek dibêje divê em li malperê binêrin û tiştên wiha jê bavêjin.

Ev nivîs halê hazir ji malperê hatiye avêtin û Yasin Ipek dibêje ew ê meyzênin bê çima ev nivîs di pelê wan de hatibû weşandin. Û ew dibêje birêvebirên federasyonê van nêrînan naparêzin. 

Loma me li birêvebirên federasyonê nerî. Ҫar birêvebirên sereke yên federasyonê hene. 

Serokê Federasyonê Hasan Dölek e. Ew niha li Tirkiyê ye û di hilbijartinên dawî de ji AK Partiyê ku vêga hikûmet e berendam bû da ku bibe parlamenter, lê qezenc nekir. Dölek herwiha endamê meqamê bi navê Tirkên Derve (YTB) ye ku yekser gir êdayî serokwezareta Tirkiyê ye. 

Zilamê duyem, cîgirê serokê federasyonê Barbaros Leylani bû ku ji ber daxuyaniya wî ya li hemberî ermeniyan gotûbêjan dest pê kiribûn. 

Kesê sêyem yê federasyonê, sekreterê rêxistiniyê Sami Görgülü ye. Digel Yasin Ipek em li nivîseke Görülü ku di hilbijartinên Tirkî yên 2014ê de di rojnameyeke Tirkî de hatiye weşandin dinêrin. 

Di nivîsa xwe de Sami Görgülü banga tevlîbûna hilbijartinên Tirkiyê dike û vekirî dibêje ew bi xwe MHPyî ye û behsa “xetên sor“ yên partiya xwe dike. 

Yasin Ipek îdia dike ku haya wî bi xwe ji vê nivîsa Görgülü nebû û dibêje xuya ye divê ew xwe ji vî birêvebirê xwe jî dûr bigrin. 

Di pêwendiya bi Sami Görgülü re ew li xwe mikur tê ku nivîs ya wî ye, lê naxwaze tu hevpeyvînan bide û dibêje ev ne fikrê federasyonê lê yên wî bi xwe ne. 

Yasin Ipek dibêje herçend Görgülü nivîs ser navê xwe nivîsandibe jî ew ji federasyonê re dibe serêşî û ji niha û pê de ew ê kar bikin da nîşan bidin ku Federasyona Tirkî ne siyasî ye û li gor nirxên demokratîk tev digere.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".