Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Gustav Fridolin

”Em bi pêwîstiya destpêkeke nû ne”

Hat weşandin måndag 25 april 2016 kl 11.36
"Em amade ne dest ji wezîfeyên xwe berdin"
(1:28 min)
Miljöpartiet håller pressträff.
Wêne: Maja Suslin/TT

Îro di civîneke çapemenî de, berdevkên Partiya Jîngehê, Gustav Fridolin û Åsa Romson ragihandin ku ew amade ne berpirsiyariya partiyê teslîmî kesên din bikin.

Wan ji komîteya rawêj xwestine ku ji bo kongreya partiya ya di nîvê meha pêncan de  li dar dikeve, li kesên din bigerin ji bo birêvebirin û serokatiya partiyê bikin, bi armanca bihêzkirina partiyê.

Lê hem Fridolin û hem Romson eşkere gotin ku ew amade ne û dixwazin bimînin û xebata xwe berdewam bikin eger kongre vê yekê qebûl bike û piştgîriyeke xurt nîşanî wan bide.

Berdevkên partiyê di civîna çapemenî de gotin ku ew baweriyeke nûkirî dixawzin, lê di heman demê de amade ne dest ji wezîfeya xwe berdin eger partî vê yekê di kongreyê de bixwaze.

Wan herweha ragihand ku di hindirê Partiya Jîngehê de cî nîne ji bo hemû fikir û bîrûbaweriyan. Ya di vê dema dawî de bi serê partiyê de hatiye bi hemû hetîketiyên girêdayî wezîrê karûbarê xaniyan, Mehmet Kaplan, û endamê partiyê Yasrî Khan, hiştiye ku partî ji hindir û ji derve ve bên hejandin.

Û ev civîna çapemenî ku îro beriya nîvro hate li dar xistin encamên krîsa di hindirê partiyê de ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".