Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serokwezîr derbarê Partiya jîngehê

Hat weşandin måndag 25 april 2016 kl 17.20
Löfev : Ez ji wan bibawer im
(1:38 min)
Foto: TT

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven biryara berdevkên Partiya Jîngehê şîrove kir û got ku ew ji nêta wan bibawer e.

-Her du berdevk dixwazin berdewam bikin, dixwazin xebata xwe bi pêş ve bibin lê ew bi awayekî zelal destûra partiyê dixwazin ji bo karê xwe berdewam bikin piştï heftiyeke zor.

Îca emê binerin bê çawa dibe, ez bi xwe ji nêta wan bibawer im û dibînim ku ew xwedî helwesteke bi hêz in.

Lê gelo wê rewşa hikûmetê çawa be ? Nuha du ji wezîrên hikûmeta Löfven, Gustav Fridolin û Åsa Romson, amade ne dest ji wezîfeya xwe berdin û beriya nuha jî wezîrê karûbarê xaniyan Mehmet Kaplan, ji Partiya Jîngehê, dest ji wesîfeya xwe berda. Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven dibêje xebata hikûmetê dikeve bin tesîra krîsa Partiya Jîngehê de :

-Bêguman wisa ye eger partiyeke astengiyên mezin hebin her tesîreke biçûk li karê hikûmetê dike, lê karê hikûmetê her berdewam dike.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".