Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Säpo gumana tehdîdeke terorî lêkolîn dike

Hat weşandin tisdag 26 april 2016 kl 10.11
"Hewce nake milet têkeve tirsê de"
(2:21 min)
Bild på en person samt Säkerhetspolisens logga. Foto: Fredrik Sandberg/TT
Foto: Fredrik Sandberg/TT

Polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, û beşê neteweyî yê polîs li hev civiyane da ku agahiyên hesas ku ketiye destê wan de lêkolîn bikin.

Li gor beşê nûçeyên Radyoya Swêdê, ev agahî derbarê herêma Stockholmê ye û şika tehdîdeke terorê jê dibin. Simon Bynert, berpirsê çapemenî yê Säpo tekîd dike ku ew nuha li agahiyên hesas dinerin:

-Me ev agahî cidî dîtiye û em nikarin ihmal bikin.

Li gor agahiyên giheştine beşê nûçeyên Radyoya Swêdê, Ekot, derbarê pirseke terorîstî ye ku girêdayî herêma Stockholmê ye. Lê agahiyên hene lawaz in û ne têr in.

Piştî êrîşa terorîstî ya ku li Brukselê rû da êdî mecal tune ku pirsên bi vî awayî bên ihmal kirin. Dora 300 kes ji Swêdê berê xwe dane Sûrî da ku tevlî şer bibin, li gor Säpo 130 ji wan vegeriyane Swêdê. Ev yên vegeriyane karin gef û xeter bin û ji ber wê Säpo wan dişopîne. 

Li gor Säpo ev agahiyên nû ku giheştine wan bandorê li asta xetera terorê li Swêdê nake.

Simon Bynert ji Säpo dibêje ku gelek caran wisa dibe ku agahiyên bi vî awayî lêkolîn dike. Ew bi xwe ne misoger e û piraniya caran jî ne konkrêt û tekîd kiriye jî. Ji ber wê divê em baş lê lêkolîn bikin da ku em tehlîla xwe bêjin.

Säpo di halê hazir de yekcar naxwaze agahiyën bêhtir bide ji ber hîna karê lêkolînê li dar e. Beşê polîs yê operatîv ango yê çalak, Noa tevlî hevkariya bi Säpo re bûye û li gor wan hewce nake ku milet têkeve tirsê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".