Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dijberiya hêza atomî zêde dibe

Hat weşandin tisdag 26 april 2016 kl 11.49
"Piranî naxwazin hêza atomî bimîne"
(2:03 min)
Tre kärnkraftverk.
Wêne: Bertil Ericson/TT, Adam Ihse/TT.

Ev 30 sal derbas bûne li ser rûdan û qezeya hêza atomî ya Tjenobyl di Soviyeta berê de û hîna jî hewildana bisînorkirina tîrêjdanên radioaktîv di herêmê de li dar e. Di heman demê lêkolîn diyar dikin ku dijberiya hêza atomî hîna li ser xwe ye û xurt e.

Encamên lêkolîna salane ya enstituya SOM (enstituya pirsên civakî, raya giştî û mediya) li zanîngeha Göteborg diyar dike ku dijberiya hember hêza atomî xurt e, nîvî hejmara swêdiyan dixwazin hêza atomî nemîne.

-Di vê pîvana dawî de 50 % gotine ku hêza atomî naxwazin, û 30 % dixwazin bi kar bînin. Sören Homberg, profesor di warê siyasetê de li zanîngeha Göteborg dibêje ya em dibînin piraniyeke ku dixwazin hêza atomî nemîne.

Di lêkolîna enstîtuya SOM ya berê de 49% hêza atomî nedixwestin lê 34 % dixwestin ku hebe. Hoy û sebaba pirbûna kesên hêza atomî naxwazin kare girêdayî bi rûdan û qezeya li Fukushima di 2011 de be lê li gor Sören Holmberg sebebên din jî hene:

-Jîngeha gotûbêj û minaqeşeyê li Swêdê hatiye guherîn. Coşbûna ji bo hêza atomî kêm bûye û di welatê cîran de, wekî li Almaniya, hatiye rakirin. Holmberg herweha dibêje ku diyare ev pirseke rast û çep e, yên alîgirên siyaseteke çep bêhtir dijberê hêza atomî ne û yên rastgir alîgir in.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".