Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Osman Özkanat

"Federasyona Tirk ji rê der ketiye"

Hat weşandin tisdag 26 april 2016 kl 15.35
"Federasyon bi tiştên elaqeya wan jê nîne re mijûl dibin. "
(5:23 min)
Turkiska riksförbundet ifrågasätts nu av ansvariga myndigheter. Foto: Leo Sellén/TT
Rexneyên tûj li karê Federasyona Tirk têne kirin

Federasyona Tirk ya li Swêdê ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirkiyê û nijadperestên tirk re rastî rexneyên tûj tê. Yek ji rexnegiran damezrênerê wê ye.

– Hezar pirsgirêkên tirkên Swêdê hene. Problemên bêkariyê, yên ciwanan hene. Di federasyonê de kesek li ser van tiştan ranaweste, pêşniyazeke siyasî pêşkêş nake. Ҫi dikin? Bi tiştên elaqeya wan jê nîne re mijûl dibin.

Xwediyê van gotinan Osman Özkanat serokê Federasyona Tirk yê yekem e û bi giştî 12 salan federasyon bi rê ve biriye. Herçend Özkanat ev çend sal in piranî li Tirkiyê dimîne jî haya wî ji karê federasyonê yê îro baş heye.

– Ҫi elaqeyê Federasyona Tirk ji xwepêşandana Azerbeycan heye? Ma me çi ji meseleya Qibrisê ye birayê mino? Ji bo aloziya li Tirkiyê em nikarin bibine alî. Tenê tişta em dikarin bikin ji bo xurtkirina demokrasiyê li Tirkiyê em pêşniyazan bînine ye.

Duh di nûçeyên Radyoya Swêdê, Ekotê de girêdanên birêvebirên Federasyona Tirk yên bi dewleta Tirkiyê û nijadperestên tirk re hatine eşkere kirin. Hate ragihandin ku serokê federasyonê yê niha Hasan Dölek herwiha endamekî AK Partiyê ye û di meqamekî resmî yê girêdawî serokwezîrtiya Tirkiyê de ew wezîfedar e.

Cîgirê serokê, yanî zilamê duyem yê federasyonê ji ber daxuyaniya xwe ya li hemberî ermeniyan mecbûr îstifa kiriye. Û sekreterê rêxistiniyê yê federasyonê bi xwe nivîsandiye ku ew endamekî partiya nijadperest ya Tirkiyê MHPê ye.

Federasyona Tirk ku bi 10-12 hezar endamên xwe mîna rêxistina herî mezin ya tirkên Swêdê tê dîtin di sala 1979ê de hatiye ava kirin. Hingî ne federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ne jî ya suryanî hêj nehatibûne ava kirin û Özkanat dibêje wî çaxî wan hewl didan nûnertiya hemû kesên ji Tirkiyê bikin.

– Hingî me xwe ne tenê weke nûnerê tirkên Swêdê, lê nûnerê hemû tirkiyeyîyan tarîf dikir. Û bi amanca peydakirina çareyên ji pirsgirêkên xwe re me got em ê hevkariyê bikin. Ev xala yekem bû. Ya diduyê ew bû ku em nekevine nav tu fealiyetên li hemberî çîna karker ya Swêdê. Me got em rêxistineke sivîl ya serbixwe ne û li hemberî hemû dewletan em ê serxwebûna xwe biparêzin. Giraniya karê me hingî peydakirina çareyan ji nakokiyên etnîkî re, meseleya zimanê dayikê, kar hwd bû. Û wek min got têkiliyên me federasyonê yên bi kurd, suryanî û asûriyên Swêdê re baş bûn.

Bi kêmneteweyên ji Tirkiyê re têkiliyên baş li aliyekî, di van demên dawî de hin aloziyên cidî derketine. Wek nimûne zêdetir ji 20 komeleyên kurd, suryanî û elawî bi gumana ku gelan li hev sor dike giliyê Federasyona Tirk kirine.

Li gor Özkanat di rewşa îro de federasyon girêdayî hin dewlet û aliyên siyasî ye. Ew bi çalakiyên ku ne karê wê ye re mijûl e. Li gor wî di nav federasyonê de herwiha behsa demokrasiyê nikare were kirin û loma rexnegirên mîna wî îro bêçare mane.

Ev gotinên Osman Özkanat in ku bi giştî 12 salan serokatiya Federasyona Tirk ya li Swêdê kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku Radyoya Swêdê bi rêvebirên federasyona niha re ji bo mafê bersivdanê ketine têkiliyê, lê wan nexwestin hevpeyvînê bidin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".