Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Liberal dixwazin giraniyê deynin ser hêza bergiriyê

Hat weşandin tisdag 26 april 2016 kl 14.44
”Divê em xwe bi hêz bikin”
(1:10 min)
Två stigande jas-plan och Jan Björklund presenterar partiets budget
Wêne: TT

Partiya Libral di buceya xwe ya alternatîv de dixwazin 10 milyon kron zêdetir ji ya di buceya hikûmetê de deynin ser hêza bergiriyê di pênc salên bê de. Ew herweha dixwazin ta sala 2020 dora 2500 polîsên din bên perwerde kirin.

Li gor serokê partiyê Jan Björklund zêdebûna xeter û gefa li ser Swêdê sebebê vê daxwazê ye:

-Em gelekî nearam in derbarê pêşketina rewşê li Rûsiyayê, siyaseta Putin ya êrîşkar, bihêzkirina leşkerî ya rûsî û reftdara wan ya leşkerî ya tund di herêma deryaya baltîk de, ya hember welatê me jî. Björklund berdewam dike û dibêje em divê karibin hember vê yekê amade bin û hêza xwe ya bergirî bihêz bikin.

Çend pêşniyazên din ku ji berê ve eşkere ne mesela nehiştina baca parastinê ye û bilind kirina sînorê ji bo bê kengî mirov dê baca dewletî bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".