Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara penaxwazan li gor hesabê Daîreya Koçê ye

Hat weşandin onsdag 27 april 2016 kl 15.39
Îsal derdorê 60 000 penaxwazî dikarin werin
(1:59 min)
Ankommande flyktingar och polisen vid Hyellie station.
Bi jidandina sînoran re hejmara penaberan daketiye. Wêne: Johan Nilsson / TT

Li gor pêşbîniyên nû yên Daîreya Koçê ku îro hatine eşkere kirin îsal navbera 40 000 ta 100 000 penaber dê werine Swêdê.

Berya sê mehan, di destpêka sibatê de Daîreya Koçê ragihand ku îsal dibe ku 140 000 mihacir werine Swêdê. Ji bo ku bikaribin pilaneke bi rêk û pêk bike daîreya hejmara 100 000 da. 

Ji destpêka vê salê ve hejmara mihacirên têne Swêdê daketiye. Sedemeke sereke ew e ku kontrola sînorên Yekîtiya Ewrûpa hatiye jidandin. Riya hatina ji Tirkî û Balkanan hema hema bi temamî hatiye sekinandin. Sedema duyem jî hewaya nexweş ya Derya Spî tê nîşandan. 

Di çar mehên destpêkê yên îsal de 9 000 kes hatine Swêde. 

Ji meha nîsanê ve peymana navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyê ketiye dewrê de. Li gor vê peymanê ew kesên ku ji Tirkiyê têne Yûnanîstanê û li wir serî li mafê penaberiyê nadin paş de têne vegerandin û xuya ye gelek kes ji ber ku dixwazin derbasî Almanya yan jî Swêdê bibin li Yûnanîstan mafê penaberiyê naxwazin. 

Rêxistina penaberan ya Neteweyên Yekgirtî diyar dike ku di meha adarê de rojê 870 kes ji Tirkî derbasî Yûnanîstanê dibûn. Di nîsanê de ev hejmar daketiye rojê 130 kesî. 

Eger şert wiha dewam bikin, lihevhatina navbera Tirkî, YE û dewletên Balkan dewam bike li gor hesabê Daîreya Koçê di nava salê de ancix 60 000 penaxwaz werine Swêdê. Wezîrê Koçê Morgan Johansson berya niha ragihandiye ku hedefa wan ew e ser 70 000 re neyêne Swêd.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".