Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaber bêhtir bi nexweşiya şekir dikevin

Hat weşandin torsdag 28 april 2016 kl 10.30
"Gelekan nas dikim ku bi vê nexweşiyê ne”
(5:00 min)
Wêne: JONAS EKSTRÖMER
Wêne: Wêne: JONAS EKSTRÖMER

Ew penaberên ku li Swêdê di herêmên bi astengiyên aborî û civakî de dijîn di metirsiyeke mezin de ne ku bi nexweşiya şekir, tîpa diabetes 2 bikevin.

Lêkolîneke mezin ya amerîkî ku li girêdana navbera awayê jiyana penaberan û rewşa tenduristiya wan neriye vê diyar dike.

Ev 22 salê Hussein Ahmed çê bûne li Swêdê, ew di navçeyên derveyî bajarê Stockholmê de dijî û beriya 5 salan ji nişka ve pê hesiya ku bi nexweşiya şekir ketiye.

Di vê lêkolîna ku di kovara pizîşkî ya brîtanî The Lancet de hatiye belav kirin, yên lêkolîner li rewşa 60 000 penaberên di navbera 25 û 50 de nerîne, ew yên di navbera 1987-1991 de hatine Swêdê.

Li gor encamên lêkolîne çendîn sebeb û hoy hene yên dihêlin ku penaber têkevin metirsiya vê nexweşiyê de. Kare ji ber stresê be, aboriyek bisînorkirî, jiyana di navçeyên li derveyî civakê mane û asta tawankariyê di wan de bilind e. Her Hussein Ahmed jî derbarê rewşa xwe dibêje ku sebebên nefsî tesîreke bihêz li tenduristiya wî kiriye.

Derbarê awayê jiyanê û herêmên ew lê dijîn, Hussein Ahmed dibêje ew bi ferqek mezin dihise navbera jiyana di van navçeyan de û herêmên ku swêdî lê dijîn.

Ev lêkolîna nû her piştgîriyê dide lêkolînên berê jî yên nîşan dane ku girêdan di navbera nexweşiyan, di nav wan de nexweşiyên dil û rehan, û jiyana di herêmên bi problemên civakî û aborî de heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".