Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kakabaveh lêborînê dixwaze!

Hat weşandin torsdag 28 april 2016 kl 12.38
Partiya Ҫep: Pêşeroja Kakabaveh bi helwesta wê ve girêdayî ye.
(3:01 min)
Amineh Kakabaveh. wêne: Henrik Montgomery / TT
Amineh Kakabaveh. wêne: Henrik Montgomery / TT

Ji ber kiryara Amineh Kakabaveh Partiya Ҫep lêborînek belav kir û dinivîsîne ku pêşeroja Kakabaveh bi temamî bi xebat û helwesta wê ve girêdayî ye.

Partiya Ҫep (Vänsterpartiet) derheqê parlamentera xwe Amineh Kakabaveh de lêkolînekê dike. Ji ber ku Kakabaveh di dîwarnameya xwe ya Facebookê de fîlmekî nijadperestan belav kiriye vekolîn tê dest pê kirin.

Fîlmê behsa wê tê kirin ji konferanseke Somaliya hatiye kişandin. Komek bazirgan di konferansê de bi zimanê somalî behsa ticaretê dikin ku qet elaqeyê wê ji Swêdê nîne. Lê komeke nijadperest ya swêdî bi navê Nordisk Ungdom mîna ku wergera axavtinan be nivîs li bin danîne, logoya Televîzyona Swêdê SVT lê dane û di Youtube de ew weşandine. Yanî eger mirov zêde dênê xwe nede vîdyoyê mirov dikare bawer bike ku ew di SVT de hatiye weşandin. 

Parlamentera ji Partiya Ҫep ya kurd Amineh Kakabaveh jî bêyî ku li rastiya fîlm binêre ew di Facebooka xwe de bi şîroveyeke rexnegir belav kiriye. Di şîroveya xwe de ew dibêje: ”Bi xêra siyaseta goya entegrasyonê di demeke nêzîk de çendîn taxên din wê xîlafetê îlan bikin. Dewleta Islamî li te pîroz be Swêd”. 

Piştî ku Kakabaveh pê dihese ku fîlm sexte ye ew fîlm ji Facebooka xwe radike û çend peyamên xemgîniyê belav dike.

Di peyamên xwe de Kakabaveh li xwe mikur tê ku wê şaşîtî kiriye, dibêje ew xemgîn e û bi taybetî ji gelê somalî lêborînê dixwaze.

Nûnerekî Partiya Ҫep duh hevdîtinek bi Amineh Kakabaveh re kiriye, ew hişyar kiriye û heta behsa derxistina wê ya ji partiyê hatiye kirin. Lê ji bo biryareke wisa gereke rêvebiriya partiyê yekfikir be. 

Di daxuyaniyên xwe de Kakabaveh dibêje tu elaqeyê wê bi naveroka fîlm re nîne, lê ew şîroveya xwe ya ku bi fîlm re nivîsandibû diparêze. 

– Min nivîsandiye ku hem nijadperestî, hem faşîzm û hem jî îslamîzm heye. Ku tev ji misilman, jin û hemû mirovahiyê re talûke ne.

Îro danê êvarî Partiya Ҫep bi nivîseke di malpera xwe ya fermî de lêborînek belav kir.

Di lêborîna xwe de Partiya Ҫep wiha dinivîse: "Kiryarê zerar daye pêbaweriya bi Amineh Kakabaveh û Partiya Ҫep...Niha bi amanca xurtkirina pêbaweriyê gereke Amineh Kakabaveh xebatê bike û pêşeroj bi temamî bi helwesta wê ve girêdayî ye".


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".