Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Peymana bi Tirkiyê re derbasî qonaxeke nû dibe

Hat weşandin torsdag 28 april 2016 kl 16.31
Di parlemana Ewrûpa de nêrîn ji hev cuda ne.
(2:37 min)
Turkiska premiärministern skakar hand med EU:s ordförande Donald Tusk och Europeiska kommissionens ordförande Jean-Claude Juncker den 18 mars 2016. Foto: Virginia Mayo/AP
Di 18ê adarê de serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu bi serokên Yekîtiya Ewrûpa re li hev hatibû. Wêne: Virginia Mayo

Peymana navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkî di 4ê gulanê de derbasî qonaxeke nû dibe. Lê di parlemana Yekîtiya Ewrûpa de li ser Tirkiyê nêrînên ji hev pir cuda hene.

Bi mebesta rawestandina koçberên ku derbasî Ewrûpa dibin Yekîtiya Ewrûpa peymanek bi Tirkiyê re girê daye. Di peymana navbera Tirkî û YE de derbasbûna welatiyên Tirk ya nav Ewrûpa bê vîze jî heye. Lê ji bo vêya Ewrûpa 72 şert dane ber Tirkî. 

Îcar heftiya werê, di 4ê gulanê de gereke YE biryarekê bide bê ew li ser sistkirina şertên vîzeyê dê çawa bike.

Ji bo berdewama peymana koçberan Tirkî rakirina vîzeyê weke şertekî dide pêş. Lê di nav Yekîtiya Ewrûpa de nêrînên cuda hene.

Malin Björk parlamentera YE ya ji Partiya Ҫep (Vänsterpartiet) e. Björklihevhatina bi Tirkiyê re weke ”peymana şermezariyê” bi nav dike û dibêje: 

– YE pereyan dide rejimeke zordest ku nobedariya sînorên wê bike û ev li hemberî mafên navneteweyî ye. Bi min mirov nikare bi rejimeke wiha re ku zilmê li gelê kurd û mafê derbirîne dike kompromîsê bike û gereke peyman were betal kirin.

Parlamenterê Yekîtiya Ewrûpa ji Partiya Moderat Gunnar Hökmark van gotinên Malin Björk weke siyaseta hizbî dinirxîne, balê dikişîne ser hejmara bilind ya penabarên ku li Tirkiyê ne û dibêje dewama peymanê ji bo Ewrûpa pir girîng e.

– Ev peyman gelek girîng e. Ku ew birûxe hem li Tirkî, hem di riyên deryayî de em ê rastî felaketekê werin. Yanî yên ku herî zêde zerarê bibînin wê koçber bi xwe bin.

Li ser pirsa bê gelo çi bibe jî divê peyman were parastin Hökmark dibêje:

– Em şertan didine ber Tirkiyê û girîng e Tirkî wan bîne cî. Û bila li bîra we be ku gelek aliyên Tirkî jî dixwazin peyman berdewam be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".