Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

”Rojava civaka herî nû di Rojhilata Navîn de ye”

Hat weşandin torsdag 28 april 2016 kl 18.43
"Hemû ne tevlî vê pêşketinê ne”
(7:58 min)
Rojnamevan Joakim Medin yekem kitêba xwe li ser Rojavayê Kurdistanê çap dike.
Wêne: Anna-Karin Ivarsson/Sveriges Radio.

Wî ji nêzîk ve şoreş kurdî li rojavayê Kurdistanê dîtiye, di zindana Assad de rûniştiye û pêrgî endamên Daiş bûye. Di van rojan de kitêba rojnamegerî ya rojnamevanê swêdî, Joakim Medin, Kobane - Şoreşa kurdî û berxwedana hember Daiş, daketiye bazarê.

-Min xwest ez bi berfirehî behsa kurdan û pirsa kurdî bikim, avakirina civaka nû li Rojava û di heman demê de behsa wê bikim bê rewşa kurdan di Sûriyê de beriya şerî çawa bû. Dijminên kurdan îro kîne? wekî nimûne Daiş û bê girêdana Tikrî bi wê ve çiye?

Rojnamevan Joakim Medin dibêje piraniya caran mirov nerîneke biçûk û ne têr derbarê van pirsan dibîne û dixwîne. Ev pirsin zêde mezin in, kitêba min jî têra wan nekir. Lê her dîsan jî bi min xweş hat ku ez hemû van pirsan di kitêbeke de kom bikim.

Kobane, kitêba yekem ya rojnamevan Joakim Medin e. Ew bi zimanê swêdî hatiye nivîsîn û kitêba yekem e li Swêdê belav dibe derbarê rojavayê Kurdistanê û berxweda kurdan hember Daiş.

Kitêba Kobane ne tenê li ser reportajên Medin ji herêmê de hatiye ava kirin lê her weha wekî belgekitêbeke dîrokî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê kare bên jimartin. Wekî wî bi xwe jî gotiye, erê ev kitêb têra hemû kes û babetên di herêmê de hene nekiriye lê hewildaneke ji bo diyarkirina rewşa giştî ya herêmê.

Medin di kitêba xwe de behsa wê dike ku Rojava, civaka herî nû ye di Rojhilata Navîn de û cîhan divê helwesteke hember Rojava hebe, hem nuha û hem jî piştî ku şer bi dawî bibe. Ew behsa wê jî dike bê çawa bi alîkariya leşkerî ya amerîkî Yekîneyên parastina gel, YPG, biserket û herêmên mezin bi hev ve girê bide ya nuha bûye Rojava.

Joakim Medin çendîn car berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê û ew rojnamevanê biyanî yê herî dawî bû ku ji Kobaniyê derket dema Daeş herêmên mezin ji bajar xistin bin destê xwe de. 

-Bi rastî wê demê hestê min ew bû ku rewş zêde xeter e ji ber yên ma bûn tenê çend rojnamevanên ji Kobaniyê bûn. Erê kuştin, tirs û bêçarebûn di nav milet de hebû lê li hêla din jî min wêrekiyeke bihêz jî dît. Beşek ji milet nedixwest dest ji mal û bajarê xwe berdin.

Ew tîne bîra xwe û dibêje:

-Tê bîra min zilamek min daweyî çayê kir di dikana xwe de. Wî cil difrot, min jê pirsî ma tu jî terka bajar nakî? Wî li min vegerand û got ”nanê min ji vê dikanê der dikeve” Medin dibêje, ev zilam di dikanê de jî radiza da ku wê biparêze. Satore û demanceyek bi xwe re hiştibû ji bo xew hember debabeyên şerî biparêz e. Ev zilama hîna dijî û dikana wî maye

Joakim Medin di rêwîtiya xwe de ne tenê pêrgî kurdên şervan hatiye li Rojavayê Kurdistanê, wî nîzama Assad ji nêzîk ve dît dema rojekê li Qamişlo ji aliyê nizamê ve hate girtin û heftiyekê di munferîdê de ma, ango odeya îzolekirinê de. Bi rêya bedela girtiyan kurdan karîbûn wî ji zindanê derxînin.

-Demeke zehmet bû û min nizanîbû bê wê çi bibe ji min. Min işkence û tazîba mirovan di zindanê de dît û min herweha endamên Daiş yên girtî dîtin û bi wan re axivîm. Di zindanê de min hewil da tenê bi xwe wekî rojnamevan bifikirim û nekevin hizrên reşbîn de.

Bi şerê li Kobaniyê re dengê şoreşa rojavayê Kurdistanê bi giranî li ser gerîlayên jin yên bi wêr di temamê cîhanê de belav bû. Şoreşek femînîstî hember Daişên terorîst, navûdengiya gerîlayên jin yên kurd bû sîmbolên pîroz û romansî di şerekî tarî û bêdawî de.

Li gor gotinên Medin çapemenî û medyayên cîhanî ev jin di ragihandinên xwe de pêwîst û giring dîtin:

-Beriya navûdengiya Kobaniyê di cîhanê de belav bibe ez li Kobaniyê bûm û wê demê kesek bal nedikişand li ser kurdên Sûriyê. Ez bawer dikim ku gelek kurd jî bi vê nerîna min re ne ku mesele bû efekt û karîgeriyeke çapemenî ya dixwest tewazinekê hember Daeşên hov deynin bi van jinên biceger.

Medin dibêje ku ev yek bi lê gelek kurdan bû lê mixabin giranî û fokusa cîhanê her li ser gerîlayên jin ma û rewşa li pişt cebhe û bereyên şer û ew jinên bê kelaşinkof in hate jibîr kirin.

Îca ji aliyekî ve ev wêneya romansî ji bo kurdan baş bû lê li hêla din hişt ku balkişandin û fokusa ser pirsa kurdî biçûk bimîne.

Derbarê tecrûbeya xweseriya Rojava û pêşeroja wê Medin geşbîn û jê bi hêvî ye. Sîstemeke wilo fleksîbel û guherbar ya hemû grûpên etnîkî, ango qewmiyetan dihewîne û demokrasîxwaz e dê her xwe xials bike û ser xwe bimîne. Lê ew bawer dike ku birêvebiriyek wekî ya li rojava ya pirengî û piretnîkî dê karibe nimûneyeke baş be ji bo temamê Sûriyê ya bi xwe welatek xwedî milet û rengên cuda ye.

-Ev yeka her di kêtêba xwe de jî dibêjim ku birêvebiriyeke pirengî piraniya caran demeke dirêj piştî şer ava dibe lê li Rojava yekser bûye sîstem û ji ber wê hêviyê dide pêşerojê.

Lê hêjayî gotinê, em ji bîr nekin her hemû ne tevlî vê pêşketinê ne, ne hemû kurd, suriyan, aşûrî û ereb tevlî vê ne û ev dê pirsgirêkek be hem nuha û hem di pêştir de ji bo birêvebiriya Rojava.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".