Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gumanbarê terorê dixwaze li Swêd cezayê xwe bikişîne

Hat weşandin fredag 29 april 2016 kl 13.05
Gumanbarê 23 salî dixwaze li Swêd be
(1:12 min)
Frisläppt ur fängelse
Li gor qanûnên Yekîtiya Ewrûpa eger ceza were dayin ew dikare li Swêd cezayê xwe bikişîne. Wêne: Kallestad, Gorm

Zilamekî 23 salî yê ji Malmö, bi gumana ku di êrîşên adarê yên Brukselê de cî girtiye tê mahkemekirin. Zilamê 23 salî dibêje eger hukim lê were birîn ew dixwaze cezayêxwe li Swêdê bikişîne.

Gumanbarê 23 salî li Malmö çêbûye, mezin bûye î niha jî adresa wî li wira qeyd kiriye. Li gor rojnameya brîtanî Daily Mail wî berya du salan berê xwe daye Sûriyê û gihaye Daişê. 

Di payizê de ew bi nav û paseporteke sixte derbasî Ewrûpa bû û berya sê heftiyan li Brukselê hate girtin. Guman hene ku tiliya wî di êrîşên Brukselê yên 22 adarê de hebin ku di wan de 32 kes hatibûne kuştin û 300 kes birîndar bûbûn. 

Zilamê gumanbar radigihîne ku eger ceza li wî were birîn ew dixwaze di hepsên Swêd de cezayê xwe bikişîne û eger mirov ji aliyê qanûnî ve lê binêre tiştek wiha mimkun e. 

Daxwaza hatina Swêd heta niha hêj ji aliyê parêzerê kesê gumanbar ve nehatiye tesdîq kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".