Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Stefan Löfven bersiva giliyan da

Hat weşandin fredag 29 april 2016 kl 13.48
Pirsa koçê ji Löfven hate kirin
(1:56 min)
Stefan Löfven. Foto:Henrik Montgomery/TT
Stefan Löfven. Wêne: Henrik Montgomery/TT

Derheqê sê mijarên cuda de giliyê Stefan Löfven li cem Lijneya Destûrî (Konstitutionsutskottet) hatine kirin. Yek ji giliyan li ser pirsa penaberan bû.

Pirsa li ser penaberan ew bûbê di krîza koçberiyê ya payiza derbasbûyî de hikûmet çiqasî zû tev geriyaye. Partiya muxalefetê Moderat amadekariyên hikûmetê têxistin ber lêpirsînê. 

Di bersiva xwe de Löfven destnîşan kir ku ji 2011 heta 2014ê hejmara koçberan zêde bilind bûye û gihaye 80 000. Û hêj hingî pirsgirêkên entegrasyonê û peydakirina xaniyan hebûn. Û wî got gereke Swêd bi helwesta xwe ya hingî îftixar bike.

– Ji ber alîkariya însanî ku me daye gereke em serbilind bin. Dewletên din yên Ewrûpa û cîhanê Swêd ji bo vê helwestê teqdîr dikin. Ez şahidê vê yekê me.

Löfven bi berdewamî got li gor pêşbîniyên ku hatibûne kirin gerekbû hejmara koçberan di 2015ê de ji sala berê kêmtir baya, lê ji îlonê û pê de ev hejmar zêde bilind bûye û radigihîne ku %70 penaberên par di heyva neh de hatine Swêdê. 

Pirseke din ku ji Löfven hate kirin rola cîgira serokwezîr Åsa Romson bû. Niha wextê Löfven nehazir be Åsa Romson nikare bikeve şûna wî de. Par diyar bû ku di rewşeke wisa de wezîra herî xwedîtecrûbe ciyê Löfven digre û ew jî di hikûmetê de wezîra derve Margot Wallström e. 

Giliyê sêyem derbarê siyaseta hikûmetê ya beramber Yekîtiya Ewrûpa de bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".