Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Meaşê hemşîreyan tê bilind kirin

Hat weşandin fredag 29 april 2016 kl 16.49
Nûnera hemşîreyan "Ev peymaneke dîrokî ye"
(1:44 min)
Undersköterska hjälper en äldre sängliggande kvinna på ett vård- och omsorgsboende. Foto: Henrik Montgomery/TT
Wêne: Henrik Montgomery/TT

Kommunal ku sendîqaya LO ye îro bi nûnerên Wîlayet û Şaredariyên Swêdê re civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand ku ew li ser meaşê karkeran li hev hatine.

Seroka Kommunal Annelie Lundström dibêje:

– Lihevhatin derheqê meaşê nîv milyon karmend de ye û tê wateya ku: Meaşê hemû endamên Kommunal tê zêde kirin, lê meaşê hemşîreyan ji yên din bêhtir bilind dibe.

Peyman ji bo sê salan e, salê meaş wê bi 520 kronan were zêde kirin, lê yê hemşîreyan (undersköterskor) sala destpêkê 1020 kron wê biçe ser.

Kommunal lihevhatinê weke serkeftineke dîrokî bi nav dike. Annelie Lundström dibêje:

– Nîhayet di vê branşa ku gelek jin tê de kar dikin de em dikarin meyla heyî ya ku meaşê karmendan kêm e de bişkînin. Bi vê peymanê re giringiya hemşîreyan ya ji bo refaha Swêdê hatiye qebûl kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".