Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Beyannameya bacê îro divê biçe

Hat weşandin måndag 2 maj 2016 kl 10.15
Cezayê neşiyandina di wext de hatiye bilind kirin
(1:07 min)
Vid midnatt den 2 maj ska deklarationen vara inne.
Îşev saet 12 divê forma "deklaration"ê gihîştibe Daîreya Bacê. Wêne: TT

Îro roja dawî ya şiyandina beyannameya bacê (deklaration) ye û cezayê ku beyanname di wext de neyê şiyandina hatiye bilindkirin.

Îşev saet 12 divê beyannameya bacê gihîştibe Daîreya Bacê (Skatteverket), yan na mirov dikare mecbûr bimîne cezayê pereyan bide. 

Û cezayê neşiyandina di wext de hatiye bilind kirin. Eger di nava mehekê de beyanname nehatibe şiyandin 1250 kron ceza dikare were dayin. Ku beyanname derengtir mabe û zêdetir ji sê mehan ser re derbas bûbe ceza dibe 3750 kron.

Şiyandin yan jî danezana bacê pir hêsan hem bi riya mesajeke telefonê, înternetê hem jî bi îmzakirin û şiyandina forma bacê dikare were kirin. 

Ku mirov beyannameyê qet neşîne Daîreya Bacê ji aliyê xwe ve hesabekî texmînî dike û li gor wê baca mirov ya dahatiya salê dibire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".