Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Di 1 gulanê de

Löfven soza 5000 karên dewletî da

Hat weşandin måndag 2 maj 2016 kl 11.41
Helwestên siyasî di 1 gulanê de
(4:03 min)
 Socialdemokraternas partiledare Stefan Löfven
Frida Winter/TT Wêne: Frida Winter/TT

Ta 2020 divê dezgeh wezîfeyên civakî ku îro bi cî nabin peyda bikin, serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven di axaftina xwe ya 1 gulanê de li Göteborg ev got û zelal kir ku ev karên nû dê ji bo wan be yên îro li derveyî bazara karî ne.

-Karên hêsan di nav dezgehan de hene yên bi cî nayên anîn. Wekî nimûne karê dîgîtalîsekirinê, wezîfe û karên girêdayî arşîvan, pak kirina peravan, parastina ciyên çandî yên kevnar yan jî karên biçûk yên îdarî.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven di axaftina xwe de giranî danî ser avakirina civakî û bê çawa wê bêkarî kêmtir bibe. Ev 5000 karên dewletî yên nû yên wekî ”karên amadeyî” tên bi nav kirin dê karên tamrojî bin herê zêde di du salan de û ne xwedî mafê kaseya bêkariyê be (a-kassa). Şertekî din ew e ku divê ev kar di temamê Swêdê bêne peydakirin. Lê ji aliyê opozisyonê ve ev pêşniyazên hewildana geşekirinê ne têr in:

-Dora yek milyon kes îro li Swêdê li derveyî civakê dijîn, peyivdara pirsên siyaseta karî ya Moderatan, Elisabeth Svantesson rexnegir e û dibêje reformên mezin ji bo temamê bazara karî pêwîst in û Löfven tu pêşniyaz ji wê re pêşkêş nekiriye.

Her peyivdarê pirsên siyasta bazara karî yê Liberalan, Fredrik Malm jî bi nerîna Moderatan re ye ku gerek çareyek bo wê grûpa mezin ya ku li derveyî bazara karî ma ye bên danîn.

Li Malmö jî serokê partiya Çep, Jonas Sjöstedt, axaftina 1 gulanê pêşkêş kir. Sjöstedt got ku ew dixwazin baca ji bo kesên teqawidbûyî yên xwedî hatiniyên hindik kêm bikin.

Li Borlänge jî tevgera bi ser nazîstan ve ya bi navê Nordiska motståndsrörelsen, derketibûn xwepêşandanê û weke helwestekê dijî wan hem Sosyaldemokrat û hem jî dengbêj li Borlänge kom bûbûn di xwepêşandana 1 gulanê de.

Wezîrê bergiriyê Peter Hultqvist, ji Sosyaldemokratan, axaftina partiyê li Borlänge pêşkêş kir û li gor wî giring e milet kom bibin û piştgîriya demokrasiyê bikin.

Li gor baweriyên Hultqvist balkişandina ser nazîstên ku li Borlänge derdikevin xwepêşandina 1 gulanê de hiştiye ku grûpên dijberî nerînên wan yên siyasî her li Borlänge kom bibin:

-Bêguman kare derbarê wê be ku xelk derketina nazîstan di xwepêşandanê de yekcar qebûl nakin û dixwazin piştgîriya xwe ji bo demokrasiyê, azadiyê û nerîna vekirî diyar bikin. Kare bi vî awayî be û li gor nerîna min gelekî baş e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".